Ozdemîr got, "Naveroka romanê, merasîma cenazeyê hevalekî min ê beriya 19 salan bû. Wê rojê li Rojava şehadeta nêzî sed şehîdan hat îlankirin. Zehmet bû ku her kes bê nivîsandin, lewma di kesayetiya dayikekê de roman behsa hemû dayikên şehîdan dike." Naveroka romanê ji wesiyeta ciwanekî bi navê Botan ê bi diya xwe re parve dike, pêk tê. Botan di wesiyeta xwe de wiha dibêje: 'Dilê hevalên min ên xebera şehadeta min ji te re anî neşkîne, bi girî wan jî negirîne û herî dawî jî sê caran bi tilîlî biqîre." Ya balkêş ew e ku dayika Botan çend roj berî hatina xebera şehadetê, wî kurê xwe di xewna xwe de dibîne û dibêje, 'Haya min jê heye, ket xewna min û wesiyeta xwe anî bîra min.' Lê belê dayikê wesiyeta kurê xwe di wê kêliyê de bi me re parve nekir. Bi tenê got, 'Ezê bicih bînim'."

Muhsîn Ozdemir li gundê Zivinga Şikakan a bajarokê Findik ê Şirnexê ji dayik bûye. Ji sala 2003'an heta 2010'an  li girtîgehê ragirtî bû. "Sê Tilîlî" li Girtîgeha Liceyê dinivîsîne. Romana wî di nav weşanên Ronahî de derket. n BATMAN