Hunermendê kolanan ê navdar Banksy li ser garajeke karkerên pola yên li Port Talbot a li Welatê Galiyan resmek xêzkiribû ku gelekî bal kişand û navdar bû. Di vê berhema xwe ya li du aliyên koşeyeke dîwarê derve ya garajekê de wî li aliyekî qotiyeke çopê ya dişewite û jê arî û xwelî di nava dûyî bi hewa dikeve, xêz kiriye; li aliyê din jî ew xweliya di nava dûyî de mîna ku berf be dibare, yan jî dikeve erdê. Ha li wî aliyî zarokekî ku cilûbergên zivistanê li xwe şidandine, herdu destê xwe vekirine, berê wî li ezman e, devê wî vekiriye û zimanê wê li der e: li benda barîna “berfê” ye.

Niha amadekarî tên kirin ku meha Gulanê vî resmî veguhêzin muzeyekê. Ev resma dîwar a graffiti bi navê “Seasons Greetings (silavên werzan)” tê naskirin û li ser garaja Ian Lewis par beriya sersalê hatiye çêkirin. Ya rastî mirov nizane ka rakirina berhemeke hunerî ji mekanê wê yê eslî, di parastina mîrateyê de wê bibe xwedî cihekî çawa. Razîbûn û nerazîbûna xelkê wê êdî vê nîşan bide.

CARDIFF