Malbatên Niyaz, Xidir, Sarî, Xûdeda yên ji gundê Qalîbedrî ku zarokên wan li Ewropayê dijîn piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Amedê. Ji welatiyan Canîbe Sabrî (44) bi gotina "êdî bes e" li himberî tiştên ku hatiye serê wan nerazîbûna xwe tîne ziman.
´Êrişî baweriya me dikin´
Welatiyê bi navê Êso Xidir (46) jî diyar kir ku ji ber bawariyên wan qadên wan ên jiyanê her tim rastî êrîşan hatiye. Xidir da zanîn ku ew li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tenê hatine hiştin û piştî ku pêşmergeyan jî ew tenê hiştin bi komkujiyê re rû bi rû mane. Xidir bilêv kir ku bi hatina vir dîsa jî ew bi şans in, lê xizmên xwe yên ku li paş xwe hiştine qasî wan bi şans nîn in. Xidir destnîşan kir ku bi hezaran Êzîdiyên xwe spartin çiyayê Şengalê ji aliyê PKK'ê ve bi riya ewle hatin tehliyekirin, lê ev yek jî pir rehet pêk nehatiye.
Malbatan dixapînin
Hin welatiyên Êzîdî jî diyar kirin ku li deriyên sînor hin şebeke rewşa wekî fersend dibînin û welatiyan dixapînin. Welatiyên Êzîdî dan zanîn ku ji bo wan bibin derveyî welat şebeke hin malbatan dixapînin, ev şebeke wekî ku dibin derveyî welat, wan dibin Stenbolê. Welatiyan anîn ziman ku dîsa ev şebeke jinan sewqî fuhuşû dikin. Welatiyan ji ber vê yekê bang li Êzîdiyên ku ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyane û hatine Tirkiye û Kurdistanê hişyar bin.
DIHA/AMED