Bi armanca bibîranîna Hisên Çawîş (Herekol) li herêma Cizîrê pêşangeha pirtûkan tê lidarxistin. Komîteya Amadekar a Pêşangeha Pirtûkan Neîma Mûrad, diyar kir ku 43 sazî û pirtûkxane bi pirtûkên xwe tevlî pêşangehê bûne û got: “Hêviya me ew e ku çanda xwendina pirtûkan bi pêş bikeve.”
Bi armanca bibîranîna Hisên Çawîş (Herekol) desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê, di 20’ê Tîrmehê de 3’yemîn Pêşangeha Pirtûkan li hola Zana ya li bajarê Qamişloyê vekir. Amedekariya pêşangehê 2 mehan dom kir û ev 3 roj in pirtûkhez berê xwe didin pêşangehê. Îsal 43 sazî û pirtûkxane bi pirtûkên xwe beşdarî pêşangehê dibin, hêjmara pirtûkan gihiştiye sed û 12 hezar pirtûk, her wiha 8 hezar û 500 pirtûk jî bi sernavên cûda di pêşangehê de cih girtin. Ji Başûr, Bakurê Kurdistanê, Efrîn, Şehba, Kobanê, Tebqa û Şamê gelek mêvan bêşdarî pêşengehê dibin. Pêşangeh dê heta 25’ê Tîrmehê bidome. Her wiha di pêşangehê de semîner jî tên lidarxistin.
Ji her çar perçeyên Kurdistanê
Ji Komîteya Amadekar ya Pêşengeha Pirtûkan Neîma Mûrad li ser girîngiya pêşangehê û helbestvan û nivîskar Beşîra Derwêş jî di derbarê tevlîbûna xwe de nêrînên xwe anîn zimên.
Neîma di nava axaftinên xwe de li ser cûdahiya vê salê ji salên din rawestiya û got: “Di vê salê de 43 sazî û pirtûkxane bi pirtûkên xwe beşdarî pêşengehê bûne, hêjmara pirtûkan gihiştiye sed û 12 hezar pirtûkan û 8 hezar 500 pirtûk jî bi sernavên cûda di pêşangehê de cih girtine. Mêvanên ji Başûrê Kurdistanê, Bakûrê Kurdistanê, Efrîn, Şehba, Kobanê, Tebqa û Şamê bêşdarî pêşengehê bûne.”
Tofanek pirtûk li Qamişloyê ne
Neîma bal kişand ser pirtûkên ku di hindirê pêşengehê de heyî û wiha pêde çû: “Gelek pirtûk û bi 7 zimanên cûda di nava vê pêşengehê de hene, mînak pirtûkên Rêber Apo (Manîfesto), Roman, çîrok, helbest û hwd. Çi kesê ku were vê pêşengehê pirtûka ku dixwaze wê peyda dike.”
Pirtûk dewlemend in
Di dawiyê de Neîma anî zimên ku hêviyên wan ew in ku çanda xwendina pirtûkan vegerînin herêmê û got: “Daxwaziya min ew e ku her kes tevlî vê pêşengehê bibe, ji ber ku di pirtûkan de gelek dewlemendî hene û em li çanda xwe ya xwendina pirtûkan vegerin.”
‘Em pirtûkan bi zimanê xwe dinivîsînin’
Helbestvan û nivîskar Beşîra Derwêş ya ku bi pirtûka xwe ya bi navê ‘Keça rojê’ beşdarî pêşengeha Hisên Çawîş bûye hestên xwe wiha vegotin: “Rojeke dîrokî ye ji bo me ku em pirtûkan bi destê xwe binivîsin li welatê xwe çêbikin û gelê me bixwîne, ji bo min cuda ye. Pirtûka min behsa helbestên netewî û evînî dike, ez diyarî Şengala birîndar û Efrîna hatiye dagirkirin axa zeytûnan dikim. Êdî derfet çêbûye ku em bi zimanê xwe li ser çanda xwe, li welatê xwe pirtûkan binivsînin û bi gelê xwe re parve bikin. Pêwist e herkes li çand, ziman û pênûsa xwe xwedî derkeve û berhemên xwe ji gelê xwe re pêşkêş bike.”
ŞÊRÎN ZÊREVAN / JINNEWS/QAMIŞLO