Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengal û Mexmûrê kirin bi sed hezaran welatiyan berê xwe dan Zaxo û Dihokê û li vir têkoşîna jiyanê didin. Welatiyên asurî-suryanî û keldanî ku ji herêma Mûsil û Nînovayê koçber bûn li Hewlêr, Dihok û Zaxoyê li cem xizmên xwe û dêran bi cih bûn, bi hezaran sûryanî jî ji ber ku welatên Yekîtiya Ewropayê mafê penaberiyê da ji welatê xwe koç kirin û çûn. Li gorî agahiyên ku keşeyê dêra Meryem Ana ya Zaxoyê da tenê li hezar û 400 malbatên sûryanî li Zaxo û gundên derûdorê bi cih bûne. Welatiyan diyar kirin ku hemû pêdiviyên wan ji aliyê weqfên dêrê ve tê bicihanîn.


340 hezar penaber

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Şengalê jî bi sed hezaran welatiyên Êzîdî xwe spartibûn çiyayê Şengalê û ji aliyê şeravanên YPG, YPJ, HPG û YJA Starê ve hatibûn parastin û bi aweyeke ewle derbasî Rojava kiribûn û ji wir jî derbasî Zaxo û Dihokê hatibûn kirin. Piştî rêwîtiya bi rojan 340 hezar Êzîdî gihîştin Zaxo û Dihokê, li vir jî li dibistan, mizgeft, înşeat û parkan bi cih bûn û li van deran têkoşîna jiyanê didin. Raya giştî ya cihanê bi rojan ev trajediya mirovahiyê temaşe kir, penaberên ku bi trajediyekê re rû bi rû ne, li benda alîkariyê ne. Welatiyên ku li part û înşeatan bi cih bûne perîşan bûne û pêdiviyên xwe yên bingehîn jî nikarin bi cih bînin. Her wiha ji ber şert û mercên nepaqij jî bi xetereya nexweşiyan re rû bi rû ne. Neteweyên Yekbûyî li herêma Dêrebîna Zaxoyê kampeke 3 hezar kesan ava kiriye û li vir zarok, kal û pîr hatine bicihkirin. Li kampê tenê nexwexaneyek heye û tenê 2 saetan xizmetê dide.

Ji Duhok û Zaxoyê bang

Tirkiye jî ji bo penaberan li bakurê Zaxoyê amadekariya kampa ku dê 50 kon hebin dike, tê gotin ku ev kamp ancax di nava 10 rojan de temam bibe. Rayedarên Dihok û Zaxoyê dibêjin ku ew bi tena serê xwe nikarin vê krîzê çareser bikin. Qaymeqamê Zaxoyê Xelîl Muhammed têkîldarî kampa ku ji aliyê AFAD'ê ve tê çêkirin got ku Tirkiye tenê konan dişîne û jibilî vê tu alîkariyê nake. Muhammed bang li hemû raya giştî ya cihanê kir û xwest ji bo penaberan alîkariya xwarin, malzemeyên tibî û kon bê kirin, ji ber ku pêdiviya penaberan bi her tişti heye.

DIHA/DUHOK