Rewşa Rojhilata Navîn ji her hêlan ve mîna rewşa herêmê ya sed sal berê ye. Pêşketinên li Sûriyê û Iraqê pêk tên, mîna nîşaneyên ahengeke siyasî ya nû derdikevin pêş. Dewletên serdest ên cîhanî û hevkarên wan ên herêmî didanê xwe nîşanî hevdu didin; tansiyona siyasî û leşkerî her diçe bilindtir dibe.

Tirkiye, piştî krîza teyareyê ya bi Rûsyayê re, niha jî bi leşkerşandina nêzikî Mûsilê re bi Iraqê re şerê dîplomatîk gurtir dike û dibe sedemê kûrkirina krîza siyasî ya li herêmê. Her çiqas bi van hewildanan, Serokkomarê Tirk Recep T. Erdogan û hikûmeta AKP’ê bixwazin pirsgirêkên hundirîn ji pêş çavan veşêrin jî; bi her hemleyan vîna xwe teslîmî hêzên serdest ên Rojavayî, bi taybetî jî teslîmî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dikin. 

Ji xwe ev çend meh in, him DYA û him jî Yekîtiya Ewropayê (YE) bi pesindayîna Erdogan ve Tirkiyê ji hemû cîranên wê vediqetînin, bi serê xwe tenê dihêlin û dikin wek dînê taxê.

Tirkiye siftê ji Sûriyê û paşê jî ji Iraq, Îran û Rûsyayê hate qutkirin û niha bûye wek lîstokekê û bi germkirina Amerîka û Yekîtiya Ewropayê, li qadê şûrê xwe li ser xelk û dewletên cîran re dihejîne...

Yanî îro Tirkiye bi siyaseta AKP’ê û Erdogan a dijkurd û mezhebperest; bûye dijminê xelk û dewletên cîran giştan...

Wekî tê zanîn; sed sal berê, dê û bavê dewleta Tirk, dewleta Osmanî jî ji ber ku vîna xwe teslîmî Almanyayê kiribû, bi destê wê, li hemberê Rûsyayê şer dabû destpêkirin û piştî şer jî bakurû Afrîkayê û li Rojhilata Navîn axa ku destê wê de mayî, Iraq û Sûriye wenda kiribû.

Sed sal şûnde, yanî îro dîsa neviyên Osmaniyan rolê dînê taxê hilgirtine ser xwe û wek lîstokê dewletên serdest bûne bela serê xelkên herêmê. 

Li gel mezhebperestiyê, bi taybetî jî bi dijminatiya Kurdan kor bûne û ji bo Kurd xwedî statûyekî siyasî nebin û negîhijin jiyaneke aram û azad, mîna zindiyekî bêhiş serê xwe li her tiştê li derdora xwe dixin.

Eger di van polîtîkayan de israr bikin; wer xuya ye ku dawiya Tirkiyê jî dê mîna ya Osmaniyan bibe û vê carê êdî Kurd jî bi wan re namînin.

Tirkiye bi kûrkirina krîzên li derve, di nava hewildana sergirtina meseleyên hundirîn de ye. Tenê bi siyaseta krîzderxistinê û bilindkirina tansiyona siyasî dikanin li ser pê bimînin. Di siyaseta wan de ne perspektîfek û ne jî pratîkeke ku hêviya aramiyê bide xelkê xuya nake. 

Dixwazin li Bakurê Kurdistanê tu kes kuştina jin, kal, pîr û zarokan, hilweşandina bajar û navçeyan û heqareta li nasname û nirxên Kurdî tê kirin, nebîne. 

Rêveberên dewleta Tirk di nava xirecira li herêmê de bi bilindbûna dengê Kurdan re wek dîn û har dibin. Ew bi xwe jî dizanin; ku eger li herêmê ahengeke nû pêk were, vê carê Kurd jî dê wek aktorekî bi hêz û xwedî bandor dê di wê ahenga nû de xwedî gotinê bibin.

Ne Mesûd Barzanî, ne petrola DAÎŞ’ê, ne selefîstên hov ên li Rojava êrîşî Kurdan dikin û ne jî DYA nikane tu garantiyekê bide Tirkiyê ku ew dê bi polîtîkayên dijkurd bikane li ser pê bisekine, vîn û hêza Kurdan tune bike û Kurdan bêstatû bihêle...

Tirkiye dê an mafê hebûn û azadiya Kurdan nas bike û bi Kurdan û xelkên din ên li herêmê ve serdemeke aştî û aramiyê veke an jî dê bi encameke mîna ya Osmaniyan re rû bi rû bimîne...

Li Rojhilata Navîn tu polîtîkayên ku rastiya Kurdan ji nedîtivê bên nikanin demdirêj bibin; deriyên înkar û tunekirina Kurdan hatin girtin. Yên ku naxwazin vê rastiyê bibînin; nikanin xwe ji dûbarebûna dîroka Rojhilata Navîn a sed sal berê rizgar bikin!..