Bidarvekirin bûye nasnameya dewleta Îranê, heta wê radeyê ku di edebiyata rojane ya gelên Îranê û bi taybetî jî Kurd û heta herêmê bi giştî û hin rêxistinên mafên mirovan de jî li şûna Komara Îslamî ya Îranê weke komarê Sêdare tê pênasekirin. Çi Îslam? Îran bi helwêsta xwe ya ji bo mafê mirovan yek ji welatên herî zêde xwedî dosyeyeke stûr ya binpêkirinan û şikandina Îradeya mirov û gelan e. Van hemûyan jî bi kirasê Îslamê dike. Îran tiştên erênî yên Îslamê, reş kirine û berçavên gelan û jinan û ciwanan weke dewleteke celad û hov tê nasîn. Êşkencekarên welatên Rojhilata Navîn bi giştî û Îran bi taybetî di girtigehan de, dema êşkenceyên hovane li girtiyan dikin, hin ji wan girtiyan ji ber êşên xwe hewara xwe digihînin Xwedê. Gotineke pirr tê bilêvkirin û heta ketiya nava edebiyata nivîskî jî li ser serpêhatiyên girtigehan, girtiyan di dema êşkenceyên giran de dibêjin: “Ji bo na xwedê bes e” bersivên êşkencekaran “Xweda li îznê ye”. heman gotin belkî bi sedan car me ji devê kesên ku ji girtiyên li Îranê rizgarbûyî bihîstiye. Ji ber ku bi vê hewarê, hîna zêdetir Îranê hovîtiya xwe, siyaseta xwe ya Îradeşikandinê bi kar tîne, tenê bi vê namîne, weke rêbazeke kevin û berdewam heta asta li xwe mukirhatina wan tînin ber kamêra û ji bo lêborînê bixwazin, zorê li girtiyan dikin. Ya rastî, armanc ne tenê ew in, armanca sereke di şexsê wan de şikandina Îradeya tevger û Civakê ye.
Lê ev rêbaza Îranê bi rê ve dibe, bi tevahî di rojeke weke Îro de li bin guhê dîwarekî ket, dîwarê berxwedanê. Têkoşeran dawî anî li vê, wan bi canê xwe dîrokek nivîsand. Beriya bi 7 salan, li rojeke weke îro, 4 têkoşerên azadiyê yên PJAK´ê Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan û Ferhad Wekîlî li zîndanên reş yên Îranê hatin bidarvekirin.
Salane li Îranê bi sedan kes tên bidarvekirin, lê bidarvekirin û çîrokên van têkoşeran ne weke her serpêhatiyên din bûn, ew destpêkeke têkoşînekê bûn ku koka xwe ji girtigehên zilmê yên Dewleta dagirker a Tirk digire. Berxwedana van têkoşeran bû destpêkek ku dewletê dixwest di şexsê van têkoşeran de hêviya azadî û îrade bişikîne. Dewleta Îranê êşkence li hinan ji wan kir, çend mehan li ser hev êşkece dewam kir ji bo teslîmgirtina wan. Şîrîn Elemhulî red kir ku daxwazên dewletê erê bike; ev jî teslîmgirtina wê bû di berdêla dermankirinê de û ji bo jinan bû nasname xwebûnê. Ferzad Kemanger girtîgehê kir cihê geşbûn û ji dayikbûna pêlek edebiyata nû ya berxwedanê û niha di vê demê de ji nivîsên Ferzad Kemanger bihêztir û xûrtir edebiyateke din nikare bibîne. Elî Heyderyan bi helwêsta xwe ya ji bo ciwanan bû hêviya azadî û geşbûna ruhê berxwedanê, ji Ciwanan re peyama “Dewlet nikare di şexsê me de hêvî û şerê hebûnê yê ciwanan bişkîne, em bi canê xwe vê hêviya jiyanê û azadiyê didin û ezma berxwedanê nikarê werê şikandin”. Ferhad wekîlî ji bo karkeran, cotkar û civakê bi giştî bû, ew têkoşerê ku got, bê azadî jiyaneke bi rûmet nîne û mirov dikare ji bo azadiyê her tişta xwe feda bike.
Hîna jî gotinên Dayika Seltene, dayika Ferzad Kemanger di guhê me de ne dema bihîst ku Ferzad Kemanger hatiye bidarvekirin "Min ji bo civakê ew xwedî kir û mezin kir, û wî jî ji bo civakê xwe feda kir". Ev gotin bi serê xwe felsefeya civakbûnê ye, yê ku li ser axa mezopotamya bi dîroka çanda xwedawendê dest pê kir û berdewama vê berxwedanê îro bi dayîkan xwe nîşan dide. Eger îro civaka Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ruhê berxwedanê ji her demê zêdetir geş û gurr bûye bi saya vê berxwedanê û xwedîderketina li vê çandê ye. Çanda xwedî derketina li hebûn, hişyarbûn û xwebûnê.
Îran tevî ku welatêkî mezin e, û li herêmê xwedî bandor û hêz e, dikare mêzînên siyasî biguhere, lê li nava girtîgehan ketîbû rewşa li bergerandinê li hemberî vê berxwedanê û hêza cewherî ya vê berxwedanê li hemberî dewletê. Dewletê bi xwe jî hêvî nedikir ku nerazîbûnên piştî vê berxwedanê ewqasî mezin bin. Ev berxwedana 4 têkoşeran, peyamên wan hîna jî neqediyane, gotinên wan bi dawî nebûne, ji zindanan heta serê çiyayan, ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê heta bi derveyî welat vî ruhê berxwedanê, wê rojên azad bi xwe re bîne û asoyên wî jî ji niha ve diyar in.