Kakeyî û Zerdeştiyên li Başûrê Kurdistanê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûn nişan da û banga nîşandana helwêstê li gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Dagirkerî û êrişên dewleta Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Nerazîbûnên pêkhateyan li dijî dagirkeriyê jî zêde dibin. Kakeyî û Zerdeştiyên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê daxwaza yekîtiyê kir û got, êdî nabe hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdeng be.

Êriş ne tenê ji bo kuştina Kurdan e

Ji pêkhateyên Kakeyî, Goran Kakeyî diyar kir ku yek ji sedema êrişan bêdengî ye; “Weke Kakeyî, em beşek ji gel û çanda Başûrê Kurdistanê ne. Mixabin, dewleta Tirk mafên gelê Kurd binpê dike û êriş dike. Bêhelwêstî û bêdengiya hikûmeta Iraqê jî cihê pirsê û renxeyan e. Armanca dewleta Tirk jî diyar e. Êriş netenê ji bo kuştina Kurdan e, ew dixwaze aboriya xwe li ser ax û nefta Herêma Kurdistanê bi hêz bike.”

Bêdeng nemînin

 

Goran Kakeyî, li dijî dagirkeriyê banga yek helwêstiyê kir û axaftina xwe wiha domand: “Ez ne wekî Kakayiyekî, ez weke mirovekî daxwaz ji hemû çalakvan, kesayetên bawermend û kesayetên serbixwe dikim ku li dijî dagirkeriyê bêdeng nebin. Li ti cihên cihanê, di nava tu baweriyan de tiştek wiha bi serê ti gelan de nehatiye ku wiha agir li serê wan nebariye.”

Aryan Şefîq ê Zerdeştî jî wiha qala dagirkeriya dewleta Tirk kir: “Dewleta Tirk ji destpêka damezirandina tevgera azadî li Bakûrê Kurdistanê heta roja îro, bê navber dest bi êriş û dagirkeriyê kiriye. Êrişên dewleta Tirk ya li ser axa Başûrê Kurdistanê jî li dijî qanûn û destûrên navdewletiye.”

Yekdeng û yekhelwêst bin

Aryan Şefîq got, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne û wiha pêde çû; “Êrişên li ser Herêma Kurdistanê, li ser hemû serweriya Iraqê û mafê welatiyan e. Encama van êrişan jî penaberbûn û dagirkerî ye. Bêdengiya hikûmeta Herêmê, bandora xwe li ser pirsa Kurd dike û ev yek zererê dide yekîtiya Kurdan. Divê Kurd  yekdeng û yekhelwêst bin.”

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ