Gruba Şehîd Rojhat ragihand ku 21`ê Tebaxê de li navenda Efrînê çêbû, çalakiya wan bi xwe ye. Grub da zanîn ku di vê çalakiya wan de 3 kesên ji derve hatin li Efrînê bicih bûn, hatine kuştin.
Koma ku bi navê Gruba Şehîd Rojhat daxuyanî belav kir, derheqa teqîna 21`ê Tebaxê li Efrînê de agahî da. Di daxuyaniyê de hat gotin, kesên ji derve yên ku li Efrînê bi cih bûne, ji bo Efrînê biterikînin hatin hişyarkirin. Daxuyanî bi vî rengî ye:”Em grubeke ji ciwanên Efrîn û Helebê ne. Me gruba xwe ya bi navê şehîd Rojhat a eskerî li Efrînê ava kir. Em ê di çalakiyên xwe de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bikin hedef. Her wiha kesên ku ji derve hatine û mal û milkên welatiyan dagir kirine, em ê wan jî bikin hedef. Em ti carî kesên xayin ên ku danûstendinên wan bi dagirkeran re heye, ji bîr nakin.
Ji Efrînê derkevin
Di vê çarçoveyê de 21`ê Tebaxa 2018`an me mayînek li ser rêya Raco ya navenda Efrînê teqand. Di encamê de 3 kesên ji derve yên ku hatine Efrînê û xwe li wê derê bi cih kirine, fermanên dewleta Tirk a dagirker pêk tînin û malên welatiyan dagir dikin, hatin kuştin.
Em hemû kesên ku ji derve hatin û xwe li Efrînê bi cih kirine, hişyar dikin ku ji Efrînê derkevin yan jî dê bibin hedefa çalakiyên me.”
EFRÎN