
Tevgera Azadiyê bi bipêşketina xwe re mîna gelek waran, çand û huner jî ji nû ve afirand. Bi taybetî di warê muzîkê de mirov dikare qala bipêşketineke mezin bike. Li Ewrûpayê bi pêşengiya HUNERKOM’ê û di şexsê Koma Berxwedan de muzîka şoreşê jî hate avakirin. Di heman demê de li Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê yên ku Kurdên bi zorê hatibûn koçberkirin jî bi avabûna Navenda Çanda Mezopotamyayê-NÇM û gurrbûna bayê şoreşê re gelek komên muzîkê û hunermendên berhemdar derketin. Her wiha ji bo belavkirina berhemên Kurdî saziyên produksiyonê hatin avakirin. Şoreşê bi xwe re şoreşa çand û huner jî afirand û hevdengî bipêşketina şoreşê, muzîka Kurd jî bi pêş ket. Kom û hunermendên ku ji çavkaniya mezin a muzîka Kurdî xwe xwedî dikirin, feyza xwe jî ji şoreşê digirtin û hin ji wan bûne parçeyekî şoreşê, şehîd bûn. Endamên Koma Agirî ya li Rojavayê Kurdistanê hatibû avakirin, Hozan Mizgîn, Hozan Sefkan, Hozan Serhat, Delîla, Yekta, Hêvî, Sarya çend ji hunermendên di nava refên gerîla de şehîd bûyî ne.
Tevgera Azadiyê û Şoreşa Kurdistanê tevî bingeh û potansiyela derxistî holê ji aliyê sazîbûnê ve jî derfetên mezin ji bo bipêşketina huner afirandin. Heta astekê jî encam hate girtin, lê belê di salên dawî de mirov asteke gelekî nizm û hema hema bibêje bêberhemdariyekê dibîne.
Tevî ku Şoreş mezintir bû, têkoşîn li hemû parçeyên Kurdistanê tê meşandin, lehengî û efsaneyên bêhempa di şer û warên din ên jiyanê de hatin afirandin jî bêberhemiya hunermendên Kurd ên muzîkê derbas nebû.
Bê guman warên din ên huner jî bi pirranî di heman rewşê de ne. Lê belê bi taybetî li ser muzîkê dixwazim rawestim.
Pêwîst e her kesê bi vê qadê re têkildar li ser mijarê serê xwe biêşîne. Tevî derfet zêdetir bûn, têkoşîn û şer gurrtir û dijwartir bû, berdêl rojane têne dayîn, çima muzîkvanên Kurd, hunermend berhemdariyeke li gorî pêwîstiya demê dernaxînin holê? Beyî ku mirov fedakariya hunermendên Kurd bixe ber lêpirsînê, yan li niyeteke xirab a vê nivîsê bigere, pêwistî pê heye her yek ji me pirsan ji xwe bike:
l Têgihiştina çewt a mîna; “şoreş, tevger, rêxistin li pêşiya huner asteng e” çiqasî bandorê li rewşa bêberhemdariyê kir û bandora wê hîna didome gelo?
l Standartê jiyanê yên ‘bilind’, bandorên çanda postmodern û şaş daketina bi têgeha ‘azadiya huner- azadiya hunermend’ çi qasî rê li ber vê yekê vedike. Yanî hewldana di jiyana rojane de mesafe xistina navbera xwe û şoreşê, navbera xwe û gel, dîsa xweferzkirin a mîna çîneke ‘entellektuel-rewşenbîr’ û diyarkirina hin statuyên taybet di vê pirsgirêkê de çi îfade dike?
l Hunermend çiqasî gelêrî ye. Yanî di nava jiyana rojane de hunermend xwedî biryar û hêza analîzkirina civakê-gel e. Lewra haya wî çiqasî ji pêwistiyên gel ên di warê muzîkê de heye?
l Hunermend di mijara analîzkirina zeman û mekan de (feraseta hemdem) di kîjan astê de ne? Astengiyên li pêşiya vê yekê çi ne?
l Di mijara xweperwedekirinê de rewşa hunermendan çi ye? Çima pisporî, bipêşketin û profesyonelî pêk nayê. Yan pisporiya heyî xwe nade der? Di hûrlêkolîna muzîka cihanî, muzîka Kurdî û bipêşketina teknolojîk de hunermendên Kurd çiqasî bi zanistî tevdigerin?
l Ji bilî lêgerîna hin stranên ku bi xwe bibêje, hunermendên Kurd li ser wêjeya devkî ya Kurdî û dengbêjiyê çiqasî kûr dibin. Çiqasî di muhtewaya dîrokî, civakî ya klam, stranên dengbêjî digihijin? Li ser jiyan, serpêhatî, şêwaz û hêza dengbêjên Kurd, dîroka Kurdistanê çiqasî xwedî agahî ne?
Çareserî vegera li bingeh e
Li gorî baweriya min pirsgirêk bi têgihiştin, sekn û felsefeyê ve girêdayî ye. Yanî mijar hinekî jî bi bandorên mêhtingeriyê yên li ser hunermend, rewşenbîr yan entelektuelên welatê bindest ve elaqedar e. Di vê mijarê de pirtûkên Frantz Fanon dikarin bibin çavkaniyeke baş a xweanalîzkirinê.
Dema bandorên çanda post-modern li vê yekê zêde dibin, êdî kesayetiyeke ji afrînerî û berhemdariyê bêhtir xwe bi hincet û sedemên derveyî xwe îfadekirin, derdikeve pêş.
Ji bo bixwehatinê hîskirina êş û azarên gel, hêvî û bendewariyên civakê, lehengiya ku keç û xortên Kurd li çar parçeyan nîşan didin, ji bo afirandin, hilberîna berhemên ku karibin di asta cihanî de werin pejirandin, bes e û zêdeye jî. Felsefe û qanûna jiyanê ye; sekn, rawestîn, bêgavî, yanî valahî tê wateya paşveçûn yanî têkçûnê. Lewra belesebeb negotine bêgavî, rizîn, têkçûn e.. Bêgavî mirin bixwe ye…