Beriya bi sê rojan Wezîrê Karê hundir ê Elman Horst Seehofer hejmarên sûcên ku motîfa wan siyasî ye yên sala 2018´an eşkere kirin. Di vê daxuyaniya wî de ya ku derdiket pêş ew bû ku sûcên li dijî biyaniyan, nexasim li dijî penaberan gelekî zêde bûne, wekî din sûcên din kêm bûne, di daxuyaniyê de ya ku bi nav kir û got, weke rêxistin PKK bû. Ev jî weke nîşana wê yekê ku hikûmeta Elman di krîmînalîzekirina Kurdan de bi israr e. Lewma tu bûyerên şidetê yan jî sûcên ku di warê rêxistinî de elaqedarî PKK´ê bin par li Elmanyayê neqewimîne. Li gorî rewş ev e, naxwe wezîr bi hildana navê PKK´ê xwe xwest çi bibêje, me ji parlamentera meclisa eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemir pirsî. Ozdemir a ji fraksiyona Partiya Çep (Die Linke), weke li jêr bersiva pirsa me da:

Neo-Naziyan bi nav nake

“Di daxuyaniya wezîrê karê hundir a Elmanyayê de, navê PKK´ê yekser hatiye gotin. Bi ya min sedema vê ew e ku çalakiyên Kurdan li vir, ne xasim jî grevên birçîbûnê û çalakiyên li dijî tecrîdê dixwazin krîmînalîze bikin. Jixwe, di van demên dawiyê de bûyerên şidetê yên elaqedarî PKK´ê neqewimîne. Jixwe PKK´ê dabû zanîn ku ew ji bo çareseriyê jî ji muzakereyan re jî amade ye. Ji ber vê yekê, bêyî ku sedemek hebe dema wezêrê karê hundir navê PKK´ê hil dide, tevî ku komîn tundraw ên Îslamî eşkere tehlûke ne, li Elmanyayê hîna jî çalak in, rêxistinên Tirk ên neteweperest ên ku xwe her bêhtir bi rêxistin dikin, da ku karibin êrişan li dijî mixalifan bikin li vir li Elmanyayê jî. Qet navê wan hilnade. Lê ji hemûyan jî bêhtir ew rêxistinên Neo-Nazî bi nav nake yên weke NSU, yan jî NSU 2.0 ên ku li başûrê Elmanyayê çalak in. Û ew van bi ti awayî weke tehlûke bi nav nake, bi ya min ev têra xwe diyarker e ji bo daxuyaniya wî.”

 

HAMBURG