
Li seranserî Ewropayê xebatên hilbijartinê yên ji po piştgiriya HDP'ê bê navber berdewam dikin. Dawiya hefteyê li gelek navendên Ewropayê çalakiyên piştgiriyê û komcivîn pêk hatin.
Koln: Li bajarê Koln a Elmanyayê ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji bo piştevaniya HDP’ê li salona Saal 2000 bernameyek hat organîzekirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, li ser navê pêkhateyan Metîn Kaçma û li ser navê Federasyona Elewiyan a Elmanyayê Ozgur Oz axaftin kirin. Bi hezaran kes beşdarî şevê bûn. Pankart û dovîz li salonê hatin daliqandin.
Fîgen Yuksekdag da xuyakirin ku yekane armanca êrîşên li hemberî HDP’ê ev e ku, tirsa windakirinê ya desthilatdariyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev êrîşên bêtehemujliyê ne. Em vê baş dizanin. Hilbijartina 7’ê Hezîranê wê dersek mezin bide AKP’ê. Wisa biçe AKP wê winda bike. Hunermend Ozan Şemdîn, Zelemele, Koma Seyran, Ergîn Xelîkan, Koma Vardiya, Jin û Erbane, Cîhan Çelîk û Emekçî derketin ser dikê.
HÎLDESHEÎM: Li bajarê Almanya Hîldesheîmê jî, bi armanca destekkirina HDP'ê, civîna gel hat lidarxistin. Di civîna ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hîldesheîmê ve hat organîzekirin de, Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç, Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, li ser navê AABF Alî Kemal Polat û li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Ronahî Mavîgok amade bûn.
Di civîna ku li ser hilbijartinên giştî gel hat agahdarkirin de, banga destekkirina HDP'ê hat kirin. Her wiha Dîlan û Bermal, Memo, Hesen Firhat û Şaban Kazan bi hunera xwe derketin pêşberî Kurdistaniyan û berhemên xwe pêşkêş kirin.
Nantes: Li bajarê Fransa Nantesê, li ser hilbijartinên giştî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, civîneke gel hat lidarxistin. Di civînê de, ji ber ku Kurdistaniyên li Rojavayê Fransayê wê li konsolosiya li Nantesê dengê xwe bikar bînin, çavdêr û wezîfedarên birin û anîna hilbijêran hatin diyarkirin.
London: Koordînasyona HDP'ê ya Brîtanyayê, roja Yekşemê li Lee Valley Athletic Centre ya Londonê bi beşdariya Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û girseyeke qelebalix mîtîngek organîze kir. Kişanak anî ziman ku di vê hiblijartinê re wê rê û rêbazên rêveberiya welêt were diyarkirin û got, "Ev hilbijartin hilbijartineke ji rêzê nîne. Xemsariya rojekê dikare bibe wesîleya rêveçûna nebaş a pêşeroja me. Lewma her dengek gelekî bi qîmet e." Di mîtîngê de her wiha nûnerê Kofederasyona Yekîtiya Elewiyên li Ewropayê Zeynel Ozen, koordînasyona hilbijartinê ya HDP'ê ya Brîtanyayê, nûnerên jin û ciwanan axaftin kirin û banga tevlîbûna li hilbijartinan kirin. Ozkan Orman, Koma Sersî, Çîgdem Aslan û Koma Zelal jî di mîtîngê de derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.
Stockholm: Kurd û Tirkiyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, di dawiya hefteyê de hatin cem hev û buroya hilbijartinê ya HDP'ê vekirin. Kurd û Tirkên li Taxa Frîdhemsplan, li ber avahiya Komeleya Çanda Kurd hatin cem hev, govend gerandin û ligel dirûşman vekirina buroyê pêk anîn. Parlamentera Partiya HDP’ê Nursel Aydogan kurdeleya vekirinê birî û piştî vekirinê li lokala komeleyê, civîneke li ser geşedanên dawî yên Tirkiye û Kurdistanê, pêk hat.
Metz: HDP di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê yên li Ewropayê de her hefte çalakiyên nû li dar dixe. Pêr ji bo Kurd û Tirkên li herêma Lorraîne dijîn, şeva piştevaniya bi HDP’ê re pêk hat.û namzetên Mêrdînê Mîthat Sancar beşdarî bernameyê bû. Seroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy di şevê de axaftinek kir û bang kir ku divê dengên me ji bo AKP’ê neçin û got ku divê zimanê aştiyê derkeve pêş.
Namzetê Mêrdînê yê HDP’ê Mîthat Sîncar jî da xuyakirin ku AKP di dema hilbijartinan de zemînek tirsê diafirîne û provokasyonan pêk tîne û got: “AKP bi saya provokasyonan mirovan diçewisîne û hewl dide hilbijartinan qezenc bike. Sozên ku berê hatibûn dayîn jî nehatin cih.”
NAVENDA NÛÇEYAN