Komîteya Alîkariya Mirovî ya Kurd a girêdayî Desteya Bilind a Kurd, TEV-DEM, Heyva Sor a Kurd ji bo pêşwazîkirina pêwistiyê lezgîn ên Kurdên ji Helebê koç kirine hewldan dane despê kirin.

Komîteya Alîkariya Mirovî ya girêdayî DBK'ê  bang li sazî û rêxistinên mirovî yên navnetewî kir ku destê alîkariya lezgîn dirêjî koçberên li Efrîn û Kobanê bikin.
Komîteya Alîkariya Mirovî ya Kurd derbarê koçberên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê koçî Efrîn û Kobanê kirine de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji ber topbarana hêzên rêjîma Bass a li ser taxên Kurdan ên li Helebê, gelek welatiyan bi awayekî komî koçî Efrîn û Kobanê kirine û ji ber vê koçberiyê jî li van herêman pirsgirêk zêde bûne.  Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku bi awayekî lezgîn pêdiviya penaberan bi çadir, xwarin û dermanan heye û bang li sazî û rêxistinên mirovî yên navnetewî û rêxistina alîkariya mirovî ya Netewên Yekbûyî (NY) hate kirin ku destê alîkariyê dirêjî penaberên li Efrîn û Kobanê bikin. Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Tirkiyê jî hate kirin ku ji bo veguhestina alîkariyan rê veke.

Çûn serdana penaberan

Heyetek ji Komîteya Alîkariyên Mirovî ya Desteya Bilind a Kurd û Heyva Sor a Kurd ku Doktor jî dinavde hebûn, serdana koçberên ji bajarên Humis, Heleb, Dêra Zorê, Şam û Îdlibê kirin. Heyetê li rewşa penaberan pirsî û derman li penaberên ku îhtiyaca wan pê heye belavkirin.
Têkildarî mijarê Endamê Heyva Sor a Kurd Dr. Hejar Ehmed ji ANHA’yê re axivî û ev tişt anî ziman: ’’ Em dermanan ji penaberan re bê cudahî pêşkêşdikin, me destpêkê alîkarî li malên xizan belavkir û em li ser reçeta doktoran dermanan didin kesên nexweş. Heyva Sor ji hemû welatiyên ku nikarin derman temîn bikin re pêwîstiyên wan pêşwazî dike, kesên ku dermanan li nexweşxaneyan peydanekin dikarin serlêdana navenda Heyva Sor a Kurd li sûka bajêr bikin û em ê hewlbidin derman ji wan re temîn bikin.’’
Dr. Hejar Ehmed bang li hemû rêxistinên mirovî kir ku alîkariya dermanan bi Heyva Sor a Kurd re bikin û bi taybet dermanên nexweşiyên penceşêr, îltihaba kezebê û nexweşiyên xwînê ku li herêmê peyda nabin.  Komîteya Alîkariya Mirovî di 21’ê Kanuna 2012’an de di bin banê Desteya Bilind a Kurd de hatiye avakirin û 16 endam ji MGRK’ê û ENKS’ê cihê xwe dinav de digirin.

Li ser rewşa penaberan civîna gel

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Efrînê bi armanca nirxandina geşedanên dawî li Sûriyeyê û rewşa koçberên ji Helebê hatine Efrînê civîna gel lidar xist. Civîna bi beşdariya bi dehan kesî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê TEV-DEM’ê Kemal Efrînî axivî û bal kişand ser rewşa dawî ya Helebê û berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo parastina gel û ev tişt got: ‘‘YPG li hemû herêman li berxwe dide û gel diparêze. Gelek ciwan ji Efrîn, Kobanê û Babê tevlî YPG’ê bûne û Şêxmeqsûd diparêzin.’’  
Efrînî, di dawiya axaftina xwe de bang li welatiyan kir ku alîkariya penaberên  Helebê bikin û xeta ’’şehîdan’’ û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a azadiyê bişopînin. 

EFRÎN




Wan ji bo Rojava seferber e

Li Wanê ji bo gelê Rojava seferberiya alîkariyan berdewam dike. Alîkarê Şaredarê Wanê Abdurrahman Dogar têkildarî alîkariyên ji Rojava re kirin û dê bikin agahî dan. Dogar, diyar kir ku ji ber şerê li Rojava pêk tê gelek mexduriyet çêbûn û wiha got: "Rojava cîranê me ye. Ev yek me dixe bin bandorê. Yên li wir mexdur dibin gelê me ye. Ji ber pirsgirêkên wir ji Tirkiyeyê re koçberî çêbû. Em jî weke mirovên erdhej jiyîn, weke Şaredariya Wanê xwedî li gelê xwe derketin. Me dest bi hewldana dê çawa bibin alîkarî û çi bikin, kir."
Dogar, anî ziman k welatî û esnafên Wanê eleqeyekî gelek mezin nîşanî kampanyayê dan û wiha axivî: "Ji ber ku hemû welatiyên Wanê di aliyê alîkariyan de bi hestiyar bûn me jî kampanya da destpêkirin. Şer êş û hilweşîn e. Ji welatê xwebûn e. Heke di navbera gel û desthilatdariyê de rageşî hebe mirov gelek tên mexdurkirin. Ji bo ku em qet nebe birînên wan hinekan derman bikin me kampanya da destpêkirin. Weke şaredarî me bang li gel kir. Herî zêde zexîre û hewcehiyên paqijiyê derketin pêş. Xwarina zarokan, zexîre, strabûn û hewcehiyên jinan derketin pêş. Piştî erêkirina Wezaretê û Waliyê Wanê me alîkarî kom kirin. Xebatên alîkariyê ji ber pirgirêkên burokratîk dereng man. Lê me starta xebatên xwe dabû destpêkirin. Em bi rayedarên wir re têkilî danî û me lîsteya hewcehiyên lezgîn xwest. Ewil diyar kirin ku hewcehiya wan bi konan heye. Me jî ewil kamyonekî konan şand."

Ji Îmarat û Birîtanyayê alîkariya koçberan

Şaxên Heyva Sor a Kurd  ya Îmarat (UAE) û Birîtanya alîkariya dermanan gihand koçberan.  Şaxa Heyva Sor a Kurd li Efrînê diyar kir ku piştî alîkariya tibî gihiştiye wan, li navenda Nexweşxaneya Aferîn û li ser taxên Kurdan bê pere belav dikin.
 Alîkariyên ji bo koçberên jiber êrîşên li ser bajarên Helebê neçarî koç kirinê bûne û niha li bajarê Efrîn û Kobanê bicih bûn didomin. Şaxên Heyva Sor a Kurd  ya Îmarat (UAE) û Birîtanya alîkariya dermanan gihand koçberan.  Berdevka Fermî ya Şaxa Heyva Sor a Kurd li Efrînê Ferîda Cernaz, da zanîn ku  ji  şaxê wan yê li Îmarat (UAE) û Birîtanya ji wan re bi buhayê 2 mîlyon lîreyê Sûriyeyê derman şandiye û wiha got: “ Piştî êrîşên rejîma Sûriyeyê bi deh hezaran koçber hatine Efrînê û jiber êrîşan jî bi dehan birîndar li nexweşxaneyên me bicih bûne. Rewşa koçberan niha gelek ne baş e. Niha gelê me li herderê alîkariya koçberan dikin. Herî dawî ji şaxê me ê Îmarat û Birîtanya alîkariya derman ji me re hat. Ev derman bi buhayê 2 mîlyon lîreyê Sûriyê ye. Em wek Heyva Sor a Kurd spasiya kesên alîkarî didin dikin.”
Li aliyeke din jî Endama Heyva Sor a Kurd Fayza, destnîşan kir ku wan alîkariya ji şaxên Heyva Sor a Kurd a Îmarat (UAE) û Birîtanyayê wergirtine û li navenda Nexweşxaneya Aferîn û li ser taxên Kurdan bê pere belav dikin.