Seferberiya ji bo HDP û Demirtaş
Li Ewrûpayê, karê ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê bi kelecaneke mezin dewam dike. Di serî de Elmanya li welatên din ên Ewrûpayê komîsyonên hilbijartinan bi civîn, belavkirina belavokan û çalakiyan ji bo serketina HDP´ê dixebitin.
ELMANYA: Li bajarê Ludwigsburg ê eyaleta Baden Wurttembergê, komîteyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li 14 herêman ji bo HDP û Demîrtaş kar dikin. Ciwanên Kurdistanî jî li gelek park û stasyonan pankartên li ser wan nivîsandî “Welatî, heval û hevrê Demîrtaş” daliqandin. Nameya Demîrtaş a ji bo hilbijêrên, li derveyî welat nivîsî jî li qutiyên postayê tên bicihkirin. Ciwanan diyar kirin ku wan heta niha 5.600 belavok belav kirine û gotin, êdî her kes ji rejîma Erdogan a dîktator aciz bûye. Ciwanan got, “Serketina me ya di vê hilbijartinê de wê li gelemperiya Rojhilata Navîn rê li ber hêviyê veke. Em ê bi ruhê hilanîna tola Efrîn, Kobanê û Kerkûkê tevlî hilbijartinan bibin û bi ser kevin.”
DANÎMARKA: Li Parlamenta Danîmarkayê bi pêşengiya saziyên civaka sivîl ên bi navê Globale Seniorer û Helsinki Komitee li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê semînerek hate lidarxistin. Parlamenterê Partiya Yekîtiya Kesk-Sor Soren Sondergaard, Wezîrê Karên Derve yê berê Mogens Lykketoft, Berdevkê Wezareta Karên Derve û Komîsyona Ewrûpayê ya Hikûmeta Danîmarkayê, parlamenterê Partiya Lîberal Micahel Aastrup, Alîkarê Şaredarê Gladsaxeyê û namzetê parlamenteriyê Serdal Benli weke qiseker tevlî konferansê bûn.
PKK´ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derxin
Nûnerê HDP’ê yê Ewrûpayê Fayik Yagizay û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî beşdarî konferansê bûn û axivîn. Di konferansê de polîtîkayên asîmîlasyonê û kiryarên tinekirin û qirkirinê li Kurdistanê tên meşandin, hatin nirxandin. Sondergaard diyar kir ku halê hazir li Tirkiyeyê şerekî navxweyî heye û heger AKP di hilbijartinê de bi ser keve, ev şer wê girantir bibe. Sondergaard got, “Ji bo rizgariya ji vê dîktatoriyê divê PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ a Yekîtiya Ewropayê were derxistin û ji bo veger li pêvajoya aştiyê bê kirin, şert e ku Tirkiye bi Birêz Ocalan re rûnê.”
NORWÊC: Komîteya HDP’ê ya Norwêcê bi beşdariya parlamenterê berê yê HDP’ê Ozdal Uçer li bajarên Trondheim, Stavanger û herî dawî li paytext Osloyê civînên gel organîze kirin. Di civînan de rewşa dawî ya li Kurdistanê û hilbijartinên 24’ê Hezîranê hatin nirxandin. Uçer diyar kir ku piştgiriya ji bo HDP’ê wezîfeya her mirovekî Kurd e û bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin.
YEWNANISTAN: Li paytexta Yewnanistanê Atînayê, pêkhateyên Platforma Hilbijartinê ya Atînayê li Nûnertiya HDP’ê ya Atînayê civiyan. Danê êvarê jî li Parka Syntagmayê dezgeha agahdarkirinê hate danîn. Xebatkarên platformê belavok belav kirin û ji bo HDP’ê banga piştgiriyê kirin.