MÊRDÎN
Li Mêrdinê di çarçoveya kampanyayê de, ji aliyê KESK û Odeya Dermanfiroşan ve ji bo piştgirî bidin Rojava kampanya hate destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê de hata niha gelek tiştên xwarinê û derman hatine berhevkirin. Hate hinbûn ku li bajar fitre û zekatên îsal jî wê ji bo Rojava werin berhevkirin. Dîsa di hemû dermanfiroşan de jî derman tên berhevkirin. Çav li rêye ku alîkariyên hatine berhevkirin dawiya hefteyê bişîn Rojava.
SÊRT
Bi pêşengiya Şaredariya Sêrtê jî li tevahiya bajêr kampanya hate destpêkirin. Li bajêr 50 rêxistinên civaka sivîl piştgirî didin kampanyaya bi navê “Rojava rûmeta gelan e, xwedî li rûmeta xwe derkevin”. Di çarçoveya kampanyayê de, li gelek tax û navçeyan li gundan jî alîkarî tê berhevkirin. Di çarçoveya kampanyayê de heta niha 160 ton tişt hatine berhevkirin. Alîkarî wê roja çarşemê bi TIR’an bişînin Rojava.
SILOPÎ
Li Navçeya Silopî ya Şirnexê jî bi pêşengiya şaredarî û saziyên civaka sivîl kampanyayek hatibû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de di nava 2 rojan de 5 TIR alîkarî hate berhevkirin. Welatî ji bo alîkarî berhev bikin, ji serê sibê derdikevin kolanan û heta paşîvê alîkarî berhev dikin.
CIZÎR
Bi heman armancê li navçeya Şirnexê Cizîrê jî kampayayek hatibû destpêkirin. Hate diyarkirin ku heta niha 6 TIR tiştên alîkariyê hatine komkirin û ber bi Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ve hatine birêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN