
Li paytexta Almanya Berlînê li du qadên girîng ên Almanyayê “Potsdamer Platz” û “Alexenderplatz” şahidî ji berxwedana dîrokî ya Kurdan re kirin. Meş li ser rêya di navbera her du qadên ku Meclîsa Federal a Almanyayê, wezaretên federal û balyozxaneyên welatên biyanî lê ne de, pêk hat. Di meşê de sloganên “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Bimire faşîzma DAIŞ’ê” hatin gotin. Girseya gel ku li navenda Berlîna paytexta Almanyayê kortejeke dirêj a meşê pêk anîn, paknartên bi awayê “Piştgirî bide berxwedana Kobanê”, “Tirkiye çek dide, DAIŞ qetil dike” û “Birêz Şansolye hûn ê heta kengî sê meymûnan bileyizin?” hatin vekirin. Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç ku bi xwe jî di çalakiya greva birçîbûnê de ye, axaftinek kir. Koç da zanîn ku yên ku îro li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê bêdeng dimînin, hevkarên komkujiyan in û got: “Divê Almanya û welatên din ên YE’yê bi awayeke lezgîn destekê bide Kobanê.”
KOLN
Greva birçîbûnê ya ku li bajarê Almanya Kolnê bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re hatibû destpêkirin, bi meşa girseyî ya roja Şemiyê bi dawî bû. Di meşa bi beşdariya 10 hezar kesî pêk hat de, peyamên piştgiriya bi Kobanê re hatin dayin. Meşa bi beşdariya Kurdên li Eyaleta Ren a Bakûr (NRW) û dostên wan hate lidarxistin, saet di 14.00 de, li Ebertplatzê dest pê kir. Meşa bi pêşengiya NAV-DEM’ê pêk hat ji aliyê sazî û rêxistinên weke TJKE, PYD, MLKP, ATÎK, ATÎF, AABF, BÎR-KAR, ADHK, Partizan, Antifa AGD- TÎKP, Enternasyonal, New Women, Kaldiraç, Ciwanên Azad, PJAK, Die Linke, ODP, FEDA, YJRK, YXK, PEACE, AGîF REBELL, Ozgurluk û Dayanişma, ADGH, Alinterî, EOC, AKAB, AKÎJ DÎDF, ANTÎFA, SAV, CÎK, YS pêk hat.
FRANKFURT
Kurdistaniyên li bajarên Almanyayê Frankfurt, Giessen, Darmstadt, Nürnberg, Mannheim, Saarbucken dijîn, li bajarê Frankfurtê li hev kom bûn û bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê meşek li dar xistin. Çalakgerên greva birçîbûnê ya li bajarê Wiesbadenê jî bi pankarta “Em êrîşên li ser Kobanê şermezar dikin” di refa pêşî ya meşê de cih girt.
HAMBURG
Li bajarê Hamburg ê Almanya bi armanca piştgiriya ji berxwedana Kobanê re îro du meş hatin lidarxistin. Di meşa li bajaroka Wînsen a pêr saet 14.00’an de ji hezarî zêdetir Kurdistanî beşdar bûn, danê êvarî jî di çalakiya korsan a li Sternschanze jî nêzî hezar kesî meşiyan.
STUTTGART
Kurd û dostên wan ên li Stuttgartê dijîn, şemiyê êvarê ji bo Kobanê çalakî lidar xistin. Meşa li Lautenshclager destpê kir li Schlossplatzê veguherî mîtîngê. Nêzî 10 hezar kes beşdarî mîtîngê bûn û rêxistinên çep ên Tirkiyeyî, MLPD a Elman, Partiya Çep û komên Antifa destek dan çalakiyê. Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kuredistanê Sînem Mûhammed, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, ji parlamenterên Partiya Çep a Almanya (Die Linke) Annette Groth û heike Haensel di çalakiyê de bi gel re meşiyan.
KÎEL
Li bajarê Almanya Kîelê jî, Kurdan êrîşên DAIŞ’ê bi mîtîngekê şermezar kirin. Nêzî du hezar çalakgerên Kurd ji taxa Gardenê heta stasyona navenda bajêr meşiyan. Meş li vir veguherî mîtîngê. Di çalakiyê de, li ser hovîtiya DAIŞ‘ê bi sedan belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku destekê bide Kobanê.
PARÎS
Li paytexta Parîs a Fransa êrîşên çeteyên DAIŞ bi meşeke tevlîbûna dehhezaran hat şermezarkirin. Gelê Kurd û dostên wan bi dirûşmaya, “Bijî Berxwedana Kobanê” meşiyan. Girseya ku bi dirûşm û sirûdên YPG’ê ber bi Qada Trocadero meşiya ruhê berxwedêr ê Kobanê neqlî kolanên Parîsê kirin.
Di guzergeha rê de belavok hatin belavkirin û meşvan hatin ber Birca Eyfel. Li wir 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat.
STRASBOURG
Li Strasbourgê greva birçîbûnê û çalakiya rûniştinê ji bilî Kurdistaniyên Alsace û Lorraîne dijîn, ji bajarê Bern, Basel, Zûrich ê Swîsre, bajarê Ulm, Freîburg, Forsheîm, Lahr, Kalsruhe, Offenburg ên Almanya bi tevlîbûna nûnerên sazî û dezgehên cuda bi meş û mîtîngekê bi dawî bû. Meşa saet 14.00’an li ber Konseya Ewropa destpê kir li ber Place Kleber bi dawî bû. 22 sazî û rêxistinên siyasî beşdarî meşê bûn.
MARSÎLYA
Bajarê Marsîlya yê Başûrê Fransayê, şahidî ji meşa Kurdan a mezin re kir. 5 hezar kesên ji gelek bajarên Fransa beşdarî meşê bûn, bi yekdengî dirûşmaya, “Bijî berxwadana Kobanê” gotin. Li gel Marsîlya ji Montpellier, Avignon, Marignane, Draguignane, St Rapheal, Nice, Cannes û hwd. gelek bajaran Kurdistanî beşdarî meşê bûn.
TOULOUSE
Li Taoulusa Fransayê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyan mîtîngek pêk hat. Di mîtîngê de li ser navê DTM Orhan Coşkun axaftinek kir.
DEN HAAG: Li Den Haaga Hollandayê ji bo Kobanê çalakiya kon hatibû destpêkirin û di roja 5’an de bi mîtîngekê bi dawî bû.
LYON
Kurdên li bajarê Fransa Lyonê dijîn, bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ‘ê daketin kolanan. Nêzî hezar kes ji meydana Belkur a bajêr heta meydana Republik dest bi meşê kirin. Girseya gel li qadê bi qasî saetekê çalakiya rûniştinê lidar xist û piştgiriya xwe ya ji bo Kobanê nîşan da.
VIYANA
Li paytexta Viyana ya Avusturyayê çalakiya nobetê di roja çaremîn de bi meşekê hat bidawîkirin.
BRUKSEL
Li Bruksela Belçîkayê jî greva birçîbûnê hatibû destpêkirin berdewam dike. Çalakgeran di roja 5’an de bi rayedarên Sefaretxaneya DYA’yê re hevdîtinek kir. Heyeteke ji çalakgeran, armanca çalakiya xwe vegotin û daxwazên xwe anîn ziman.
ANVERS
Li Anversa Belçîkayê jî bi pêşengiya jinan bi armanca xwedîderketina li Kobanê meşek meşaleyî pêk hat. Piştî meşê mîtîngek pêk hat û hevseroka KCD-E Dilşa Ahmed diyar kir ku Kobanê ne bi tenê ye, heta serkeftinê dê têkoşîna xwe bilind bikin.
BERN-BASEL-ZURÎH
Li Bern a paytexta Swîsreyê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Bernê ve li gara trênê 150 Kurd hatin cem hev û heta ber parlamentoyê meşek pêk anîn.
Li Baselê jî bi pêşengiya Ciwanên Azad Basel û Aurgau li gara Baselê mîtîngek pêk hat. Li hemberî êrîşên li dijî Kobanê belavok hatin belakvirin û ciwanan banga hestiyariyê kir û dawî li çalakiya xwe anîn.
Li Zurîhê li gara trênê çalakiyek şermezarkixrinê pêk hat. Di çalakiyê de êrîş û komkujiyên DAIŞ’ê hatin şermezarkirin.
OSLO
Li paytexta Norwêc Osloyê bi sedan Kurdistanî, bi meşaleyan li kolana herî qelebalix a bajêr kolana Karl Johan meşiyan. Girseya gel dirûşmên “Ji DAIŞ‘ê re Na!”, “Bijî Kobanê”, “Bijî Kurdistan”, “Bijî Serok Apo” qîriya û bi pankartên hilgirtî re bang li hikûmeta Norwêcê hat kirin ku destekê bide Kurdan.
LONDON
Çalakiyên piştevaniya Kobanê ku zêdeyî du hefte ne li Îngilîstanê tên lidarxistin, pêr li navenda Londonê dewam kir. Greva birçîbûnê bi meşeke bi beşdariya hezaran kesî bi dawî bû. Zêdeyî 2 hezar Kurdistanî û dostên wan ên li ber avahiya Serokwezaretiyê hatin cem hev, di bin baranê de mîtîngek lidar xistin.
Çalakiyên piştevaniya Kobanê li bajarên Qraliyeta Yekbûyî yên weke Brighton, Sheffield, Edinburgh, Glasgow, Newcastle dewam kirin. Di çalakiya li Sheffield de 3 çalakger bi hinceta ala PKK’ê hildan e, hatin binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Tevgera ciwanan ji bo Kobanê
Ciwanên Kurd bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li ser Kobanê, li gelek deverên Ewropayê çalakî pêk anîn. Pêr jî li bajarê Bordeaux û Nantesa Fransa, Bonn û Munster a Almanya, Viyanaya Awusturya û Amsterdama Hollandayê gelek çalakî hatin lidarxistin.
NANTES
Kurdistaniyên li bajarê Nantesa Fransayê, li balafirgeha navneteweyî çalakiyek li dar xistin. Derdora 50 ciwanên tevlî çalakiyê bûn, di saetên danê nîvro de, li balafirgehê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û êlekên ku nivîsa “Em tên qetilkirin, cîhan temaşe dike” li ser bûn, li xwe kir. Ciwanan di çalakiyê de belavoka der barê êrîşên li hember Kobanê de xwendin.
BORDEAUX
Li bajarê Bordeaux ê Fransa komek ciwanên Kurd li balafirgehê çalakiya dagirkirinê pêk anîn. Ciwanên Kurd ên Saet 20.00’an hatin balafirgehê pankartên, “Hêzên navneteweyî divê kesên ku çekan didin çeteyên DAIŞ asteng bikin”, “Li hember terorîstan Kurd li ber xwe didin hêzên navneteweyî li ku derê ne” vekirin.
KOLN
Li bajarê Koln a Elmanyayê derdora 70 ciwanên endamên Ciwanên Azad, li balafirgeha Bonnê çalakiyek li dar xistin. Ciwanên Kurd di çalakiyê de belavok belav kirin û xwestin bi rayedarên balafirgehê re hevdîtinê pêk bînin. Ciwanan gotin “Bi hezaran endamên DAIŞ’ê bi rêya vê balafirgehê diçin û tên.”
MUNSTER
Ciwanên Kurd, li bajarê Elmanya Munsterê bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, stand vekirin û gelek belavok belav kirin. Li aliyekî din jî, Înîsiyatîfa Dostaniya Kurd û Elmanan û YXK’ê banga tevlîbûna meşa ku wê li Munsterê bê lidarxistin kirin.
VIYANA
Komek ciwanên Kurd li balafirgeha paytexta Awusturya Viyanayê çalakiyek li dar xistin. Ciwanan piştre jî li herêma ku Muzeya Şevê ya Viyanayê lê hate lidarxistin çalakî pêk anîn. Komek ji Ciwanên Azad, Young Struggle û YXK’ê pêk dihat, li balafirgeha Viyanayê çalakiyek li dar xistin û di çalakiyê de pankarta “DAIŞ’ê rawestîne, Kobanê rizgar bike” vekirin û banga desteka navneteweyî kirin. Her wiha, ciwanan piştre li herêma ku Muzeya Şevê ya Viyanayê lê hate lidarxistin çalakî pêk anîn û gelek belavokên der barê êrîşên li hember Kobanê de belav kirin.
AMSTERDAM
Li paytexta Hollanda Amsterdamê bi pêşengiya Ciwanên Azad, li qada Damê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiya nêzî sed kes tevlî bûn de, çalakvanan bal kişandin ser berxwedana Kobanê û banga piştgiriya ji bo Kobanê kirin. Di çalakiyê de dirûşmayên dilsoziya bi Kobanê re hatin gotin.