Di daxuyaniyê de, di şexsê Îbrahîm Kaypakkaya yê di 18’ê Gulana 1973’an de jiyana xwe ji dest da û Hakî Karer ê di 18’e Gulana 1977’an de jiyana xwe ji dest da, hemû şehîdên serxwebûn, demokrasiya gel, jiyana azad, sosyalîzm û komunîzmê bi rêzdarî hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di şeva 17-18’ê Gulanê de li zîndana Amedê hevrê Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn bedena xwe dan ber agir û li ser rêya azadiyê bûn nemir. Di nava meha Gulanê de hevrê Armenek Bakirciyan jî hat qetilkirin. Û hînê gelek kadro û şervanên me yên şoreşger di nava heman mehê de tevlî karwanê nemiran bûn.”


‘Ji bo em zilê ji holê rakin’

Komîteya Rêveber a TŞYG’ê da xuyakirin, ku sîstema serdestiay Tirk a tekparêz û faşîst, li Nisêbîn û gelek herêmên Kurdistanê polîtîkayên xwe yên nîjadperest û antî-şoreşgerî bi rêya operasyonê xapandin û manîpulasyonê bi rengekî şerê qirêj ê psîkolojîk dimeşîne. Ji bo em her şêwe zilm û mêtîngeriyê ji holê rakin û jiyana azad a komunal û pirrengî ya şehîdên me weke wezîfeyekê ji me re hiştine pêk bînin, divê em şerê xwe yê şoreşgerî yê yekbûyî xurtir bikin. Hevrêyên me Îbrahîm Kaypakkaya û Hakî Karer fermana vê yekê didin me. Neteweyên bindest û gelên Kurdistan/Tirkiyeyê fermana vê yekê didin me. Bi vê perspektîfê ve, em bi seferberiya pêngava nû ya şoreşgerî li her qadê şerê xwe yê rewşa, demomkratîk û şoreşgerî bimeşînin.”


Îsyan û serkeftina topyekûn

TŞYG’ê got, “Li hemberî êrîşên faşîst ên topyekûn, li dijî operasyonên tinekirinê, em şerê şoreşgerî yê yekbûyî yê gelan bêhtir bixin meriyetê û sozên me dane şehîdên xwe bi cih bînin. Di serî de çîna karker û kedkar, bi taybetî jin û ciwan divê bi pêş ve gavê bavêjin û weke pêşeng û lîderên şerê me yê şoreşgerî cih bigirin.

Li hemberî êrîşên faşîst ên bi komkujî û operasyonên antî-şoreşgerî li Nisêbîn, Sûr, gelek herêmên Bakurê Kurdistanê, li Stenbol, Enqere, Îzmîr û gelek bajarên Tirkiyeyê tên meşandin, em îsyan û serketina topyekûn bi Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan ava bikin.” Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku roj roja mezinkirina şerê şoreşgerî ye. 


 ANF/BEHDÎNAN