Li Erdîş û Wanê zêdeyî 100 avahî hilweşiyan. Li gundê derdorê jî gelek kesî jiyana xwe ji dest da û xesarên mezin derketin holê. Ligel evqas êş û wendahiyan xebat ji aliyê dewletê gelek kêm hate meşandin û welatiyan bi hewldanên xwe xebatên xilaskirinê meşandin. Di dema meşandina xebatan de dîmenên mirovan hestiyar dikin derketin pêş û gel birînên xwe bi xwe derman kirin.
Li Wan û navçeya wê Erdîşê ku di erdhejê de zêdeyî 100 avahî hilweşiyan û bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan, xebatê lêgerîn û xelaskirinê hatin meşandin. Ji ber ku 2 roj in xebat hêj didomin ji aliyê kesên ku jiyana xwe ji dest dane hejmarên bi nakok hatin bi dest xistin. Lê hat zanin ku bi sedan kes jiyana xwe ji dest dane.
KCD’î û BDP’iyan li gundên ku ji ber erdhejê gelek zirar dîtin jî lêkolîn kirin. Piştî li Wanê erdhej pêk hat li Amed, Colermêrg, Dersim, Riha, Bazîd û ji gelek bajarên din ji Wanê re alîkarî şandin, seferberiya alikariyê hêj didome. Her wiha li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî 3 rojan şîn hat îlan kirin û dikanên xwe venekirin

Piştî erdheja li Wanê nûçeyên balkeş derketin holê. Li gorî nûçeyên malperên nûçeyan: “Dewlet pêşiyê perava Gola Wanê wek herêma felaketê îlan kir û welatî ji wir dûr xist, pişt re saziyên xwe li wê ava kir.” Li Tirkiyeyê di 80 salên dawî de heta niha 21 erdhejên mezin pêk hatin. Lê tê dîtin ku ji van ders nehatiye derxistin. Ji ber ku dîsa tê dîtin ku gel bi hewldanên xwe xebatan dimeşîne û projeyên dewletê hemû fiyasko dimînin.


Gelê kurd seferber bû
Piştî li Wanê erdheja pêla 7.2 pêk hat gelek bajarên herêmê ji Wanê re alîkarî şandin. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî 3 rojan şîn hat îlan kirin û dikanên xwe venekirin.
GEVER: Li navçeya Geverê ya Colemêgê ji ber erdheja Wanê 3 rojan şîn îlan kir. Esnafên navçeyê ji ber hêj bi sedan welatî di bin enkazan de ne dikanên xwe venekirin. Welatî malan digerin beteniye, kon û erzaqê xwarinê kom dikin. 600 beteniye û 4 hezar nan ên teslîmî maseya qirêzê ya şaredariya Geverê hatin kirin şandin Wanê.
DÊRSIM: Li Dêrsimê jî ber bi Wanê ve ekîbên alîkariyê hatin şandin. Ekîba AKUT’ê ya girêdayî Şaredariya Dêrsimê û bi xwe re tireke malzemeyên alîkariyê jî bir. Li ser banga şaredariyê jî welatiyan 2 kamyonên erzaq kom kirin rêkirin.40 endezyarên Odeya Endezyarên Înaşatê yên Dêrsimê jî dê biçin Wanê.
AMED: Piştî erdheja li Wanê qewimî û di encamê de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan ji herêmê piştevaniyên mezin didomin. Li Amedê ji şev heta sibê gel seferber bû û di encamê de 20 hezar betanî, hezar heb sobe ya katalîtîk, 20 kemyon kincên zivistanê, xwarin û ji bo zarokan bi hezaran pot hate komkirin. Li Amedê bi banga Şaredariya Mezin ji şev heta sibê xebat û alikariyên gel nesekinîn û encam ji aliyê Vekîlê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Haci Haspolat ve li ber şaredariyê hate xwendin. Haspolat, da zanîn ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr ji bo piştgirî bide çûye Wanê. Haspolat, bilêv kir ku ekîbeke ku ji bo tendûrûstiyê ku ji 71 kesan pêk tê çuye herêma erdhêjê û dîsa xwendewanên Zaningeha Dîcleyê ku di beşa Tip û Muhendîsiyê de dixweynin ji kasî 60 kesan çûne herêmê. Haspolat wiha got, „Xwendewanên ku li Wanê dixwînin û yurdên wan xara bûne dikaribin werin Amedê em 6 otobus şandin Wanê. 2 mitfex, 50 tiwaleta seyyar, 6 jenerator, melzemeyên elektrîkê û projeksiyon me şand.“ Haspolat diyar kir ku bi xebat û alikariyên gelê Amedê jî gelek tişt kom bûne. Haspolat, tiştên ku kom bûne jî wiha vekir, „20 hezar betanî, hezar heb sobeya katalîtîk, 20 kemyon cilên zivistanê, xwarin û ji bo zarokan pot hate kom kirin û ji bo gelê me yê Wanê hate şandin“
BAZÎD: Şaredariya Bazîdê û Rêxistina BDP’ê ya Bazîdê jî kampanya da destpêkirin. Welatiyan gelek bataniye û cil teslîmî Şaredariya Bazîdê kirin. Tiştên hatin komkirin bi kamyona şaredariyê ji Wanê re hatin şandin. Şaredariya Bazîdê ekîba ji 30 kesan pêktê ya xilaskirinê şand Wanê.
QILEBAN: Şaredariya Qilebanê jî alîkariyên ji navenda navçeyê û gundan kom kirin bi tirekê şandin Wanê. Ji bo mexdurên erdhejê ji bilî tiştên din alîkariya pere jî tê kirin.
RIHA: Li navenda Rihayê hemû rêveberên BDP’ê duh êvarê li malan geriyan û banga alîkariyê kirin û serê sibehê jî welatî herikîn avahiya BDP’ê. Betanî, cilên zivistanê, zad, çadir û hwd. ên ku hatin komkirin anîn avahiya BDP’ê. Malzemeyên ku hatin berhevkirin dê îro saet di 13.00’an de bişînin Wanê.
SERÊKANIYÊ: Şaredariya Serêkaniyê serê sibehê anons kir û banga alîkariyê kir. Li aliyê din bi wesayîtên seyar li gund û navenda navçeyê alîkarî têne komkirin. Welatî bi telefonan li navendên krîzê digerin û dixwazin alîkariyê bidin. Welatî eleqeyeke mezin nîşanî kampanyaya alîkariyê didin. Tiştên ku hatin komkirin dê piştî nîvro bişînin Wanê.
WÊRANŞAR: Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî ji bo alîkariyê bidin mexdûrên erdhejê welatî herikîn avahiya şaredariyê. Bi sedan welatî bi betanî, cil, paketên zadê hatin şaredariyê xwestin, bigîhijînin Wanê. Cigîrê Şaredar Mehmet Burun diyar kir ku ew êşa waniyan di dilê xwe de hîs dikin û ji bo gel sersaxî xwest. Burun anî ziman ku malzemeyên ku kom kirine bi ekîbeke bişînin Wanê û li wir aşxaneye ava bikin. Îro saet 13.00’an de ekîba Şaredariya Wêranşarê dê malzemeyên hatin komkirin û aşxaneyê bibin Wanê.
PIRSÛS: Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê welatiyan serê sibehê bi peketên alîkariyê hatin şaredariyê. Welatiyan xwestin malzemeyên ku anîne bişînin Wanê ji bo alîkariyê seferber bûn. Li vir jî alîkariyên ku hatin komkirin dê saet 13.00’an de bişînin Wanê.

COLEMÊRG: Şaredariya Colemêrgê li bajar anons kir û di demeke kin de li 15 taxan welatiyan bersiv dan banga alîkariyê. Welatiyan bi malzemeyên alîkariyê berê xwe dan maseya krîzê. Di demeke kin de 4 hezar betanî, 6 hezar nan hatin komkirin û 3 kamyonan şandin Wanê. Rayedarên şaredariyê diyar kirin ku alîkariya wan dê bi vê yekê nemîne û ew ê alîkariyên xwe bidomînin.

AMED