Li gorî rojnameya Fransa Le Fîgaro, Aîr Fransa ji bo bikare di navbera Parîs-Hewlêr de yekser rêya hewayî veke, li ser vekirina xetekê xebatan dimeşîne. Aîr Franca sala 2010 vekirina rêyeke hewayî ya yekser di navbera Parîs û Bexda de bi sedema ewlehiyê red kiribû. Li gorî Le Figaro, herêma Kurdistanê ya heya roja îro bi ewle ye, di mijara pêşketinên aborî de perspektîfên balkêş pêşkêş dike. Di 23’ê Gulanê de Serokê Herêma Federala Kurdistanê Mesut Barzanî, li Parîsê ji aliyê Serokkomarê Fransa Françoîs Holland ve hatibû pêşwazîkirin. 

PARÎS