Metîna ji bo zarok ji zimanê xwe hezbike û bi zimanê xwe yê dayikê hînî bingeha jiyanê bibin, hunera xwe ya wêjeyî ji bo zarokan xebitand û pirtûka bi navê “Sêkoşe û Çargoşe” derxist. Pirtûk ji Weşanxaneya HÎVA derketiye û li Weşanxaneya Aramê jî tê peydakirin.
Pirtûkan bi zarokan dide hezkirin
Der barê pirûka xwe de nivîskar Roza Metîna axivî û destnîşan kir ku zimanekî ku zarok pê neaxive û pê perwerdeyê nebîne dê ber bi tunebûnê ve biçe, ji ber vê yekê pêwîste bi zarokatî dest bi parastina ziman bê kirin. Metîna diyar kir ku armanca wê ya sereke ew e ku bi rêya çîrokane ziman bi zarokan bide hezkirin. Metîna got ku ev pirtûka çîrokan ji bo pêşketina zarokan gelekî girîng e û ev agahî dan: “Zarok bi vê pirtûkê hînî rengan, paqijî û bi giştî hînî perwerdeyê dibin. Dîsa pirtûkan bi zarokan dide hezkirin. A herî girîng jî bi kurmancî û kirmanckî hatiye çapkirin. Zarok bi kîjan zaravayî bixwaze dikare bixwîne. Kirmanckiya wê çîrokê ji aliyê Emrah Kelekçîer ve hatiye wergerkirin. Armanca min, ez bi her du zaravayan jî çîrokê vi zarokan bidim xwendin.”
Metîna di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku ger zarok ji zimanê xwe dûr bikevin dê ji çand, huner, wêje, dîrok û nasnameya xwe jî dûr bikevin. Metîna ev tişt li gotinên xwe zêde kir: “Armanca min ew bû ku bi qasî ku tiştên ji destên min tê bi vê pirtûkê pêşî li pişaftinê bigirim.“
ZEYNEL BULUT / AMED