Şervanê YBŞ’ê Sifiyan Hecî Ehmed (Brûsk Karker) yê ku bi dilxwazî ji bo tola keç û jinên Êzîdî hilde berê xwe dabû Hemleya Rizgarkirina bajarê Minbicê, di 28’ê Hezîranê de li Minbicê şehîd bû. Cenazeyê Brûsk Karker doh bi karwanekî mezin, cenaze ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê derbasî Şengalê kirin. Şervanên Azadiyê (HPG,YJA STAR, YBŞ, YJŞ), Meclîsa Avaker a Şengalê, Meclîsa Jinên Êzîdî yên Şengalê, ji Rojava YPG,YPJ, rêveber û gelê Kampa Newroz, Saziya Malbatên şehîdan a Dêrikê, Mala Gel a Dêrikê, Endamên Hêza Parastina Cewherî û bi hezaran gel di merasîmê de amade bûn.
Li Sinonê piştî wecîbeyên olî yên Êzîdiyan karwanê wesaîtan bi rê ket. Piştre cenaze birin Goristana pakrewanan a Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan. Li goristanê jî bi sedan mirovî cenaze pêşwazî kir.
Ji bo tola jinên Êzîdî çû Minbicê
Merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YBŞ û YJŞ’ê ve hate lidarxistin. Piştre Endamê Kordisnasyona Civaka Êzîdî Zekî Şengalî axivî û sersaxî ji gelê Êzîdî û malbatê re xwest û got, “Şehîd Brûsk ji bo ku tola fermanê, jin û keçên Êzîdî rake rahişt çekê, heta dawî şer kir, lê ji bo jinên Êzîdî yên di destê çeteyan de rizgar bike bi dilxwazî berê xwe da Minbicê û bi awayekî qehremane şer kir. Dema ku hevalê xwe xilas dikir, şehîd bû.”
Şengalî got, Brûsk bi vê yekê peyamek ji Êzîdiyan û ji Kurdan re hişt û ev peyam jî yekîtî ye.
Qelenê welat
Piştre jî Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Salih Xidir jî îşaret bi biryardariya xweya têkoşîna li dijî DAIŞ´ê kir û got, "Heya ku em Şengalê azad, serbixwe û bi îrade ava nekin, em ê hemû cihan li hemberî DAIŞ’ê şer bikin û tola keç, jin û fermanê rakin.”
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan û Kampa Newrozê Nayîf Elî destnîşan kir ku qelen û buhayê azadiyê giran e û got, “Qelenê welat jî keç û xortên me didin.”
Dayîka pakrewan Brûsk û kurapê wî jî axivîn û serbilindbûna xwe ji bo kurê xwe Brûsk anîn ziman û gotin: “Dema mirov tê dinê, her çawan be mirin heye, ji bo wê bila yek car mirin be, ew jî mirineke bi rûmet be.”
ROJNEWS / ŞENGAL