Li Amedê nivîskar, siyasetvan û rojnamevanan pirtûka Selehattîn Demîrtaş “Seher” a wergera wê ya Kurmancî, li şûna wî îmze kirin.
Bi pêşengiya Pirtûkxaneya Morpheus û Bezgîn Bekîr Cafe, ji bo pirtûka “Seher” a namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş gotûbêj û îmzekirina pirtûkê li avahiya Bezgîn Bekîr Cafe ya li Rêya 75’an hat lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder wek gotûbêj û nivîskar Rênas Jiyan, Rêdûr Dîjle, Sîdar Jîr, Hîcrî Îzgoren, Yuksel Genç û Ozgur Amed jî wek îmzevan tev lî bûn. Gelek welatî jî beşdar bûn û elaqeyek mezin nîşanî kirrîna pirtûkê dan.
Xwezî min bikaribûya
Sirri Sureya Onder bi peyama Demîrtaş ku ji Girtîgeha Edîrneyê ji bo gotûbêj û roja îmzekirinê şand, xwend. Peyama Demîrtaş wiha bû, “Ez silavên xwe ji hemû hevalên xwedî ked, hemû nivîskar û wêjevanên beşdarî çalakiyê bûyî re dişînim. Xwezî min karibûya pirtûkê bi zimanê dayika xwe binivîsim. Ez ê ji bo vê yekê hîn bêhtir bikevim nav hewldanan. Ji bo vê wergera delal mala Rêdûr Dîjle û Weşanxeya xwe Aramê ava be. Pirtûkxaneya Morpheus û Çanda Bezgîn Bekîr bi dil û can silav dikim. Pereyê ji van pirtûkan bi dest keve, wê ji zarokan re biçe û ji wan zarokan re jî spas. Wê rojên ku em ê bi hev re îmze bikin, bên. Bi hêviya hevdîtinê, we silav dikim.”
Me jiyanê jî bi hev re parve kir
Onder piştî xwendina nameyê axaftinek kurt kir û got, “Me bi birêz Demîrtaş re tenê têkoşîn û berxwedan parve nekir, di heman demê de me jiyan jî bi hev re parve kir. Em hêvîdar in di demeke nêz de bi heman coş û biryardariyê hêja Selahattîn Demîrtaş wê di nav me de be. Piştevanî çeka herî bi bandor a li dijî faşîzmê ye.”
Piştî axaftinê bi sedan xwîner bi nivîskaran pirtûk dan îmzekirin.
AMED