Wergera ber bi Kurdî ya pirtûka “Seher” a namzetê serokomariya Tirkiyeyê yê HDP’ê, Selahattin Demirtaş, derket. Demirtaş di pêşgotina wergera Seherê de dibêje: “Heger we versiyona Tirkî ya pirtûkê kirîbe jî, lê ji bo destekkirina wêjeya Kurdî, teqez Kurdiya wê jî bikirin, bixwînin û bidin xwendin.”

Wergera bi Kurdî ya pirtûka çîrokan “Seher” a namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê nivîsandibû, derket. “Seher” bi wergera helbestkar û rojnamevan Rêdûr Dîjle ji Weşanxaneya Aramê derket. “Seher” ji 12 çîrokan û pêşgotina Demirtaş pêk tê.

Demirtaş, di pêşgotina wergera Kurdî ya “Seher”ê de diyar dike ku bi dahata pirtûkê piştevaniya wêjevanên Kurd wê bê kirin, û dibêje: “Heger we versiyona Tirkî ya pirtûkê kirîbe jî, lê ji bo destekirina wêjeya Kurdî teqez Kurdiya wê jî bikirin, bixwînin û bidin xwendin.”

Bixwînin bidin xwendin 

Pêşgotina ku Demirtaş ji bo Wergera Kurdî ya Seherê wiha ye:

“Ji ber barê wergerandina pirtûka ku min li girtîgehê nivîsand, girtin ser xwe û wergerandin zimanê min ê zikmakî Kurdî, ji dil û can malavayiya Weşanxaneya Aramê û hevalê xwe yê wergêr Rêdûr Dîjle dikim.

Dil dixwest ku min bi zimanê xwe Kurmancî an jî Dimilkî binivîsandana. Lê belê wekî Kurdekî nesîbê xwe ji asîmlasiyona ku perçeyeke ji qirkirina çandî ya li ser gelê Kurd e, wergirtiye, mixabin ev yek ne pêkan bû. Lewma ev werger kêmasiyeke min a mezin temam dike û min rûmetyar dike.

Hîn jî baş nikarim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim. Di vî warî de helbet gelek kêmasiyên min jî hene. Lê ligel her tiştî jî diviya ku min ji bo hînbûn û pêşvexistina zimanê me yê zikmakî, baş hewl bidana. Hêvîdar im ku di vî warî de ciwanên Kurd min esas negirin.

Lê dîsa jî, wergera Kurdî ya pirtûkê ez pir kêfxweş kirim. Wê dahata vê pirtûkê ji bo Weşanxaneya Aramê be û wê piştgiriya wêjevanên ku bi Kurdî dinivîsin bê kirin. Heger we versyona Tirkî ya pirtûkê stendibe jî, lê ji bo destekirina wêjeya Kurdî teqez Kurdiya wê jî bistînin, bixwînin û bidin xwendin.

Careke din mala hemû kesên ku ked dane, ava be.”

Pirtûk beriya niha jî hatibû wergerandinî Elmanî, Holendî, Îtalî û Soranî jî û çapên wê bi van zimanan hatibûn kirin. 

AMED