Şêniyên navçeya Amûdê şehîdê YPG‘ê Emar Deqorî (Ebû Şahîn) di bin baran û zîpikê de spart axê.

Emar Deqorî 20‘ê Nîsanê li Dera Zorê şehîd bûbû û li goristana Şehîd Îsmaîl hat oxirkirin.

Şêniyên Amûdê cenazêyê şehîd ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê wergirt û bi sloganên ‘Şehîd Namirin’ ber bi goristana Şehîd Îsmaîl vê meşiyan.

Merasîm bi rêûresma eskerî dest pê kir û axaftin hatin kirin.

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Seyîd Ferso sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Femandarê YPG‘ê Berxwedan Amûdê diyar kir ku şehîd Emar Deqorî beşdarî gelek hamleyan bû û di encama êrişêke hovanê de şehîd bûye. Her wiha Amûdê anî ziman ku malbate Emar Deqorî di şewata sînemaya Amûdê de gelek kes xilas kirine:  “Em di oxirkirina şehîd de dîsa soz didin û dibejin, xwîna şehîdê xwe ti carî li erde nahêlin.”

Piştî axaftinan Hevseroka Meclîsa Navçeya Amûdê, Selma Silêman nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiyê de şêniyan cenazeyê şehîd Emar Deqorî li ber tililîyên dayîkan, spart axê.

 

ANHA / QAMIŞLO