Doh salvegera yekê ya şehîdkirina Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Şehîd Diyar Xerîb (Heval Helmet) bû. Bi vê rasthatinê Koma Şehîd Serhed, wek wefadariyeke ji bo têkoşîn û xebata Şehîd Diyar Xerîb de stranek nû belav kir. Ji bo bibîranîna Şehîd Diyar Xerîb de li Silêmaniyê jî ji înê ve pêşnageheke wêneyan li xelkê bajêr li baxê giştî vekiriye. Koma Şehîd Serhed a di bin banê Rêkxirawa Niwêger a ji bo Bipêşxistina Huner de kafrê xwe dike, straneke nû li ser Endamê Konseya Rêvebera a KCK’ê Şehîd Diyar Xerîb amade kir. Stran doh di yekemîn salvegera Şehîd Diyar Xerîb de hate belavkirin. Gotinên stranê ji aliyê Serdar Qadir ve hatine nivîsîn, muzîk jî ji aliyê Şinyar Hesen ve hatiye danîn. Bi awayê koro ji aliyê pênc endamên Rêkxirawa Niwêger ve tê gotin. Ji bo klîbê binihîre li: https://tv.rojnews.news/videolar/5-7-2020-clip-srwd-bo-dyar-gharib.mp4 Li Baxî giştî pêşangehek Pêşangeha bi heman wesîleya îna bihurî li Silêmaniyê hat vekirin, jî doh jî li xelkê vekiribû. Li Baxê Giştî yê Silêmaniyê Rêxistina Niwêger a ji bo Bipêşxistina Huner pêşangehe vekir. Xelkê gelek elaqe nîşanî pêşangehê da. Sara Erdeşêr a 8 salî ya ku Şehîd Diyar Xerîb navê “Sara” lê kiriye di serdana pêşangehê de bal bire ser wê yekê ku ew xebat wefayeke li hemberî şehîd Diyar Xerîb. Rojnamevan Lenya Bextiyar jî ku hat serdana pêşangehê, got, şehîd Helmet di nav gel de weke kesekî têkoşer tê binavkirin. Welatiyê bi navê Karwan Îbrahîm jî di serdana pêşangehê de got, “Mixabin, gelek sal pêwîst in ku kesekî din ê wekî Kak Diyar derkeve holê. Ji bilî kesayeta xwe ya şoreşgerî, ew nivîskar û rojnamevan bû jî.” NAVENDA NÛÇEYAN

Fedaiyê yekîtiya neteweyî

[caption id="attachment_257102" align="alignnone" width="600"] ANF Images[/caption] Şehîd Diyar Xerîb ê bi nasnav Heval Helmet sala 1973’an de li gundê Sêwisênan yê Qeredaxê ji dayîk bû. Sala 1995-1996’an beşê Fizîkê li Kolêja Zanistî ya Zanîngeha Selahedîn a li bajarê Hewlêrê temam kir. Di salên 90’î de li Başûrê Kurdistanê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşînê dike. Di nava xwendekaran de kar û xebatê bi pêş dixe. Şer û berxwedana gerîlayan bi hemû awayan bala wî dikişîne. Dixwaze xwe bigihîne nava komên gerîla, fikir û felsefeya azad a Rêber Apo ji nêz ve bibîne. Heval Helmet sala 1997’an bi komek ciwanên ji Başûr re diçe gel Rêber Apo, ew hîna nû tevlî nava refên gerîla bûbû. Sala 1998’an ew berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Weke endamek pêşeng di hemû komên têkoşînê de xwedî roleke girîng bû. Ji bo demekê li Bakurê Kurdistanê bi qehremanî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker şer kir û tevlî têkoşînê bû. Damezrêner û endamê Meclîsa Desteya rêveber a PÇDK’ê bû. Di kongreya çarem ya PÇDK’ê de, wek serok û di kongreya pêncem de jî wek hevserokê Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistanê, hate hilbijartin. Ji sala 2014’an heya roja şehadetê, di çarçoveya sîstema Koma Civakên Kurdistanê (KCK) de gelek erk û berpirsyartiyên rêxistinê girtin ser xwe. Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bû. Wî dixwest Kurd yekîtiya xwe ava bikin û xwedî hebûnek bin. Li gorî heval Helmet ger Kurd yekîtiya xwe ava nekin, wê nikaribin careke din destketiyên xwe misoger bikin, parçe parçe nikaribin wan biparêzin. Ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî û di oxira yekrêziya Kurdan de, xencer lê hate dayîn. Destê xiyanetê gihîşt heval Helmet. Roja 5’ê Tîrmeha 2019’an di encama êrişeke balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. KCK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şehîdbûna heval Helmet bi pîlan û tevlîbûna sîxûran pêk hatiye.