Fermandara gerîla û hunermend Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) di 25’emîn salvegera şehadeta xwe de li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê Saziya Çand û Hunerê ya Mexmûrê ve hat bibîranîn.
Yek jî rêveberê saziya çandê Sekvan Encu di kesayetiya Mizgînê de hemû hunermendên şehîd bi bîr anîn û got: “Rêheval Mizgîn hunermendeke şoreşger, jêhatî û hêja bû. Rêheval Mizgîn piştî darbeya 1980’yî tevlê refên Tevgera Azadiyê dibe. Li Ewrûpayê dest bi karê hunerê dike. Hunermend Mizgîn ji hêlekê ve fermandariya gerîlayan dike ji hêkekê ve jî hunera xwe pêşkêşî gelê kurd dike.” Piştî axaftinan sînevîzyon hat pêşkêşkirin.
MEXMÛR