Şervanê YPG`ê Xalid Xilî li Goristana Şehîdan a Serêkaniyê bi merasimekê hat oxirkirin.
Şervanê YPG`ê Xalid Xilî (Şoreş Serêkaniyê) 16`ê Îlonê dema erka xwe ya eskerî pêk dianî, li herêma Serêkaniyê şehîd bû. Bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê li pêşiya Nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê kom bûn û cenazeyê şervanê YPG`ê Xalid Xilî (Şoreş Serêkaniyê) wergirt û bi karwanekî erebeyan ber bi Goristana Şehîdan a Serêkaniyê ve ketin rê. Li goristanê merasîmê bi rêzigirtinê dest pê kir. Di merasîmê de hevseroka Desteya Kar û Barên Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Welîda Botî, ji fermandarên QSD`ê Enes Ereb û bi navê malbata şehîd apê şehîd Hac Hesen Xilî axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin. Her wiha îşaret bi rola şehîdan di bidesxistina destkeftiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola wan a di parastinê de hat kirin û soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan, hate dayîn. Paşê nasnameya şehadetê ji aliyê endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Herêma Serêkaniyê Elî Ferhan ve hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.Di dawiyê de cenazeyê şehîd Xalid Xilî bi duruşmên dilsoziya bi şehîdan re hat oxirkirin.
HESEKÊ