Komîteya Şehîdan a KODAR’ê şehîdên meha Gulanê yên di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda kirine, bi bîr anî û da zanîn ku daxwaza sereke ya şehîdan pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd e, divê ew bibin şopbirê van daxwazên şehîdan.
Komîteya Şehîdan a Komelgeha Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) têkildarî şehîdên meha Gulanê yên têkoşîna azadiya Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya Komîteya Şehîdan a PKK’ê wiha ye,
Meha Gulanê meha şehîdan e. Zarokên gelê Kurd ên hêja di oxira jiyaneke watedar û azad de canê xwe feda kirine û hîn jî dikin.
Şehîdê yekemîn yê Tevgera Azadiya Kurdistanê Heqî Karer û gelek pêşengên gelên herêmê di vê mehê de jiyana xwe ji dest dane. Li Rojhilatê Kurdistanê jî meheke tije bi qehremanî û şahadetan e û xwedî wateyeke mezin e.”
Ji bo Rojhilat jî girîng e
KODAR´ê bi bîr xist ku di 1’ê Gulanê de 6 endamên çapemeniya Azad a PJAK’ê di encama êrişên balafirên Dewleta faşîst a Tirk de şehîd bûbûn.
Di 5’ê Gulanê de jî 5 gerîla di encama komployeke qirêj a rejîma Îranê de tevlî karwanê şehîdên bûbûn.
KODAR´ê her wiha 5 têkoşerên rêya azadiyê yên ku 9’ê Gulanê li zîndana Evîn bi destê rejîma Îranê hatibûn darvekirin jî bi bîr anîn.
Komîteyê got, ji bo têkoşîna têkoşeran pûç nebe divê gelê Kurd bi yek dengî têbikoşe: “Çawa ku şehîd sînor derbas kirin û ji bo yekbûnê canê xwe feda kirin, niha jî divê em dewamkirina rêya şehîdan weke erka xwe bizanin. Li şûna berjewendiyên takekesî berjewendiyên Neteweyî esas bigirin.
ANF / NAVENDA NÛÇEYAN