Komîteya Şehîdên PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê ragihand ku di encama êrîşa Heşdî Şebî û Artêşa Îraqê ya li ser navçeya Daqûq a Kerkûkê de Endamê PKK’ê Hogir Baran şehîd bûye.

Komîteya Şehîdên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya endamê PKK’ê yê li navçeya Daqûq a Kerkûkê şehîd bû eşkere kir. Di daxuyaniya Komîteya Şehîdên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê wiha tê ragihandin: “Di encama nakokî û aloziyên van rojên dawî yên li Kerkûkê û Daqûqê de hevalê me di dema şerê li gel hêzên Heşdî Şebî û leşkerên Iraqê de digihe karwanê nemiran. Heval Hogir li Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê karê rêxistinî kiriye û li Tirkiyeyê 3 salan di girtîgehê de maye.” 


KERKÛK