
Li Rojhilatê Kurdistanê, alîkariya ku Kurd ji bo mexdûran berhev dike li gelek deveran ji aliyê pasdarên rejîma Îranê ve tên desteserkirin. Pasdar vê alîkariya weke derman, pere, xwarin, lihêf û kon didizin û li aliyê din ê sînor didin hevkarên xwe yên Heşdî Şabî. Di nava vê rewşê de qehremanên bê nav jî hene. Yek ji van Abubekir Marûfî bû.
Marûfî ajovanê kamyonê bû û di qezayeke trafîkî de jiyana xwe ji dest da. Wî dixwest bi kamyona xwe alîkariyê bigihîne gundên dûrî navçe û rêyên sereke ku ji ti alîkariyê heta niha para xwe wernegirtine. Cenazeyê wî dişînin bajarê wî Bokanê li Rojhilatê Kurdistanê. Li ser rêya diçe Bokanê, li Ciwanro, Sine, Seqiz xelkê bajaran cenazeyê wî pêşwazî kir, rêz jî re nîşan da û bi gotina dirûşmên "Şehîd Namirin" ew oxir kirin.
Dema ku 17´ê mehê xenazeyê wî birin, bajarê wî, hêzên rejîmê hewl da ku cenaze birevîne da ku pêşiyê bigire li serhildaneke muhtemel a xelkê. Malbata wî li ser xwedîderketina li cenazeyê Abubekir Marûfî got, "Êşa me bi hezkirina we debirî. We Kurdên xoştewî, kir ku em êşa xwe ji bîr bikin."
BOKAN