Welatiyên li Gimgimê, cenazeyê gerîllayê HPG’ê Omer Gonul ê li ser rêya Kurudere ya Çewlîk Xerpêtê di 23’ê Îlonê de li gel 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, li gundê Qeremêşê ya Gimgimê defin kirin. Bi hezaran welatî li gundê Qerqepazarê kom bûn û cenazeyê Gonul peşwazî kirin. Esnafên Gimgimê dikan girtin û cenaze pêşwazî kirin. Girseya ku li gundê Qerqepazarê cenaze pêşwazî kirin derbasî Gundê Qeremêşê bûn û li vir defin kirin. Karwana cenaze li gundê Qeremêşê jî ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin.
‘Kurê min şehîdê Kurd û Kurdistanê ye’
Girsê piştî cenazeyê HPG’î Gonul defin kir, rêz girtin û li ser goristanê axaftin hatin kirin. Bavê Gonul Metîn Gonul, diyar kir ku kurê wî şehîdê Kurd û Kurdistanê ye û bila serê gelê kurd sax be.
Hevşaredarê Gimgimê ya DBP’î Giyasettin Altun, anî ziman ku gelê Kurd xwedî rêber û berxwedan e û wiha got: “Heta dilopek xwîna me jî hebe em dê rêya azadiya gelê kurd bernedin. Altun, anî ziman ku çawa çareserî nêzîk bû, şerê AKP’ê jî zêde bû.”
DÎHA/MÛŞ