
Li Elmanya, Fransa û Rûsyayê, şehîdên Cotmehê hatin bîranîn. Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, ji bo bîranîna Şehîdên Cotmehê çalakiyek hate lidarxistin. Bîranîn ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hate organîzekirin û gelek kes tevlî bûn.
Nûnera Meclîsa Jinê ya Rojbîn Leyla Kaya li vir axivî, şehîd bi bîr anî û destnîşan kir ku xeta Bêrîtan jehrkuja xiyanet û nokeriyê ye. Bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Hambûrgê Ayten Dûrmûş jî got, "Xwedîderketina li şehîdan ne tenê karê malbatên şehîdan e. Wan di ber me hemûyan de canê xwe dan."
Parlamentera berê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir jî bi navê NCDK'ê peyivî û got, "Xet û ruhê Bêrîtan, darbeya herî mezin a li dijî xeta nokerî û xiyanetê ye, ku îro Kerkûk pêşkêşî dijmin kiriye. Li dijî xiyanet û nokeriyê, divê em ji her demê bêhtir bibin yek."
Li Elmanyayê li Hamburg, Berlîn û Dûîsbûrgê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.
Li Elmanyayê li Berlînê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn û ji 100’î zêdetir kes beşdar bûn. Di bibîranînan de dayîkên şehîdan Şemsê Kiliç û Gozê Çalkan axivîn. Piştre jî çalakvana TJK-E’yê Nûpel Mûnzûr axivî û got, “Ji nav şehîdên meha Cotmehê, divê Bêrîtan baş were fêmkirin. Heke xeta Bêrîtanê bihata fêmkirin wê teslîmîyeta ku li ser Başûrê Kurdistanê tê ferzkirin ew ê pêk nehata. Di xeta Bêrîtanê de teslîmbûn tune.”
Li bajarê Dûîsbûrgê jî şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.
Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê di şexsê Şehîd Bêrîtan de, şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî û 100 kes beşdarî bibîranînê bûn. Di bibîranînê de nûnerên KOMAW’ê, YJ-E û KCDK-E’yê axivîn û sînevîzyonek hate pêşkêşkirin.
Bidarka sêyemîn nîne
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan, Şehîdên Cotmehê hatin bîranîn. Di çalakiya bîranînê de Meclîsa Jinê daxuyaniyek da, bal kişand ser kevneşopiya berxwedanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serketina Reqayê silav kir. Siyasetmedarê Kurd Hamît Xakûrkê jî mafê axaftinê girt û diyar kir, ku ji bilî xeta berxwedan û xiyanetê li Kurdistanê rêyeke sêyemîn nîne. Xakurkê got, "Eger hûn bi rengê Bêrîtanî li ber xwe bidin, kes nikare Kerkûk, Şengal, Mexmûr û Celawlayê ji we bistîne" û işaret bi serketina Kobanê û Reqayê kir. Xakurkê got, "Serok Apo parçeyê her gav, her pêşketineke li Rojhilata Navîn e. Eger tiştek bi wî bê, wê TC bibe cehnem."
Jinên Kurd ên li paytexta Federasyona Rûsyayê Moskowayê dijîn, gerîlaya PKK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan), ku di 25'ê Cotmeha 1992'an de şehîd bû bi bîr anîn. Di bîranînê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah hate şermezarkirin.
Civîna bîranînê bi pêşengiya Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê, li avahiya Mala Kurdan a Otonomiyê hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre li sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Karataş hate temaşekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN