Li Parîs, Montpellîer, Avîgnon, Brîghton û Zaandamê Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn. Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, ji bo şehîdên Gulanê civîneke bîranînê hate lidarxistin. Bi heman mabestê li Monpellîer û Avîgnon ên Fransayê çalakiyên bîranînê hatin organîze kirin. Dîsa li bajarê Brîghton ê Îngilîstanê ji aliyê NCDK a Sûssexê ve çalakiyeke bîranînê hate organîzekirin Li bajarê Zaandam ê Hollandayê, NCDK ên Amsterdam û Zaandamê bi hev re merasîmeke bîranînê pêk anîn. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ku beşdarî bîranînê bû, destnîşan kir, ku gelê Kurd di pêvajoya bicihhatina xewn û xeyalên şehîdan de ne û got, lazim e were zanîn êdî di pêvajoya fînalê de ne.
PARÎS