Li gelek bajarên Elmanyayê, şehîdên meha Gulanê bi çalakiyan hatin bibîranîn.

Li Hildesheimê şehîdên meha Gulanê bi civinekê hatin bibîranîn. Civin ji aliyê FED-DEM (Federasyona Civaka Kurdistaniyên li Niedersachsen, Hamburg û Bremenê) ve hat organîze kirin. Nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ên Hildesheim, Salzgitter û herêma Hannoverê, Komaw û YJK-E’yê tevlî civînê bûn.

Hevserokê Komawê Bavê Huseyîn, Hevseroka YJK-E’yê Hatîme Yousef û Parlamentera berê ya HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk di civînê de peyivîn û got, “Şehîdan mîrateyeke mezin ji me re hişt.”

Aslan û şehîdên Gulanê

Li Hambûrgê jî di sexsê Gerîlayê HPG’ê Aslan de şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Aslan Kalkan (Yûsûf Aslan) 14’ê Gulanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûbû. Ji Komîsyona Malbatên Şehîdan a Hamburgê Ayten Durmuş li civînê axivî û got, “Yûsûfan ji bo em karibin bi rengekî însanî û azad bijîn, canê xwe feda kir. Xalê Yûsûf Aslan, Îsmet Kaya jî  spasiya Kurdistaniyan kir ku ew bi tenê nehiştine û diyar kir ku ew ê li ser şopa şehîdên xwe bin.

Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin

Kurdên li Munsterê jî, li NCDK´ê şehîdên Gulanê bi bîr anîn. Komeleya Malbatên Şehîdan û nûnerên tevgera jinê di bibîranînê de peyivîn. Di axaftinan de soza xwedîlêderketina li armancên  şehîdan hate dayîn.

Li Hanauyê jî ji bo şehîdên meha Gulanê merasîma bibîranînê hate lidarxistin. Di bibîranînê de hate diyarkirin ku divê xwedî li têkoşîna şehîdan were derketin. Piştî axaftinan sînevîzyona li ser şehîdan hate nîşandan.

Li bajarê Dortmûndê jî Baran Dêrsim (Haydar Gul) û 5 hevalên pêre şehîd bûbûn, hatin bibîranîn. Gelek Kurdistanî tevlî bibîranînê bûn û dilsoziya bi têkoşîna şehîdan re careke din hate îfadekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN