Kurdistanî û dostên wan ên li Rûsyayê, li goristana li herêma Yaroslavl a Rûsyayê merasîmeke bibîranînê li dar xist. 

Merasîma bîranînê li şehîdgeha Yaroslavlê hate lidarxistin, ku cenazeyên Tayhan (Ahmet Yildirim) û Cehat (Remzî Akûş) ên sala 1999'an li dijî bêbextiya navneteweyî bedena xwe dan ber agir, lê hatine veşartin.

Ji sala 1999'an û vir ve her sal Kurd û dostên wan ên li Rûsyayê, bi wesîleya meha Gulanê li vê goristanê merasîma bibîranînê li dar dixin.

Nûnerê KCK'ê yê li Civaka Dewletên Yekbûyî Selahattîn Soro, Hevserokên Meclîsa Êzidiyên li Rûsyayê Cemalê Çeto û Pîr Manana, Serokê Komeleya Mezopotamyayê ya Moskowayê Refîkê Kamil, ji nûnerên Federasyona Bakurê Sûriyeyê li Rûsyayê Reşad Bênav, li ser navê malbatê şehîdan Apê Omer, Mahmûd Suleymanov û Ahmedê Keleş li vir axivîn.

Qisekeran diyar kir ku şehîd nirxên manewî yên gelê Kurd in û gelê Kurd li ser xeta Rêberê Gelê Kurd digihînin azadiyê.

Beşdarên merasîmê, wêneyên Ocalan, alên Tevgera Azadiyê ya Kurd hildan û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" gotin.

Di merasîma bîranînê de endamê YPG'ê yê ji Kazaxistanê Çiya Rûs (Merdalî Suleymanov), ku 23'ê Nîsanê li Rojava şehîd bû, şehadeta wî hate ragihandin. Di merasîmê de wêneyê Çiya Rûs û plaket radestî kurê wî Mehmûd Suleymanov hate kirin. 



ANF / YAROSLAVL