Saziya xizmên şehîd û windayan KOMAW’ê çalakiya Frankfûrtê organîze kir û ji Hanaû û Offenbachê jî xelk beşdarî civînê bû.
Li ser navê NCDK´a Frankfurtê Eyup Cizîrî got, “Em ê heta dawiyê xwedî li nirxên şehîdan derkevin.”
Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî got, “Yên ku gelê Kurd gihandiye vê astê, şehîdên me ne. Meha Gulanê ji bo me meheke gelekî girîng û watedar e. Em çiqasî xwedî li malbatên şehîdan derkevin, çiqasî li wan bipirsin, ew ê jî zanibin ku têkoşîna zarokên wan dewam dike.”
Em çiqasî bibin yek, em ewqasî xurt dibin
Di merasîmê de Kek Abdullah ku 5 birayên wî ji aliyê dewleta Îranê ve hatine darvekirin axivî û hêviya xwe ya ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî anî ziman. Kek Abdullah got, “Em çiqasî bibin yek, em ê ewqasî jî xurt bin.”
Li bajarê Peîne yê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komîsyonên Jinan ên Wolfsburg û Salzgiterê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.
Hakkîme Yousef di destpêka merasîmê de axivî û got, “Em şehîd Hakkî Karer, Gûrbet Aydin, Mizgîn û hevrêyên wan bi rêzdarî bi bîr tîni. Em soz didin ku em ê şopdarên şervanan bin ku xwîna xwe li ser axa Kurdistanê rijandine.”
Merasîma bîranînê bi gotina dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” qediya.
NAVENDA NÛÇEYAN