Dewleta Tirk a dagirker pêr êvarê bi balafirên şer êriş bir ser kampa penaberan a Mexmûrê û ji ber êrişê 4 jinên Mexmûrî şehîd bûn. Meclîsa Gel a Mexmûrê nasnameyên her çar şehîdan eşkere kir.

Meclîsa Gel a Mexmûrê diyar kir ku ji kesên di êrişa pê bi şev de şehîd bûyî, 3 ji yek malbatê ne. Dayikek, keça wê ye û neviya wê di nava şehîdan de ne.

Dewleta Tirk a dagirker doh êvarê saet 21.00’an bi balafirên şer li Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî) xist.

Meclîsa Gel a Mexmûrê diyar kir ku di êrişa dewleta Tirk de Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê  Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd, û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, malbat ji bo ku li sewalên xwe binêre dema ku diçin koxê, balafirên şer ên Tirk li wan dixin û wê demê hatine qetilkirin.

Piştî êrişa şevê din, gelê wargehê berê sibehê şiyar bû û dîsa li meydana gund civiya. Her wiha li kampê ti kargeh jî nehat vekirin.

Qet nebe rûmeta xwe biparêzin

Doh piştî nîvrojê xelkê Wargehê li ber avahiya avahiya Navenda Çanda Mexmûrê kom bû û ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve meşiya. Piştî meşê ku şandeyeke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî beşdarî bû, li ber avahiya Nûnertiya NY’ê li ser navê Meclîsa Gel a Mexmûrê, Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak daxuyaniyek xwend.

Budak got, “Bêdengmayîn, pejirandin û desturdayîna êrişên nû ye. Di 6’ê Kanûna 2017’an de êrişeke hewayî li dijî Wargeha Mexmurê pêk hat û di encamê de 5 welatî şehîd bûn. Lê tevî hemû hewldan û bangawaziyan jî, NY li erk û berpirsyariya xwe xwedî derneket û rêya êrişa ku 13’yê Kanûna 2018’an pêk hat, negirt. Ji ber vê yekê, em NY, dewleta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê vedixwînin ku li erk û berpirsyariyên xwe xwedî derkevin. Qet nebe rûmeta xwe biparêzin, êrişên li ser penaberên mêvanên xaka we, û di bin parastina we de ne, destek nekin, lê li berberamberî êrişan nerazîbûna xwe nîşan bidin. Weke gelê wargehê em dipirsin; gelo wê nerazîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî vê êrişê çi be? Wê bersiva dewleta Iraqê li beramberî êrişa li ser xaka wan çi be?

Seferberiya li Rojava silav kirin

Em wekî penaberên Mexmurê dibêjin hebûna me bi nirx, destkeftî û nasnameya Kurdîniyê bi wate dibe, li hemberî zor û zehmetiyan berxwedaneke bêhempa hatiye raberkirin û wê ji îro pê de jî hebûn û jiyana me liser xeta berxwedan û têkoşînê be. Seferberiya niha li Rojava hatiye destpêkirin, em silav dikin û bang li tevahiya gelê Kurd yê li welêt û derveyî welêt dikind a ku ji bo hebûn û nirxên xwe, ji bo serxistina xeta mirovahiyê, dakevin meydanan û bi şîara ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ tevlî seferberiyê bibin.”

Şehîd spartin axê

Daxuyanî bi dirûşmeyên, “Bimre dagirker û emperyalîst”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Piştî daxuyaniyê, girseya gel vegeriya Navenda Çand û Huner û cenazeyên 4 şehidan ber bi goristana şehîdan ve birin. Şehîdên êrişê li wir, bi merasîmekê hatin veşartin. n MEXMÛR