YPG`ê nasnameyên 3`yê şervanên xwe ku di hemleya Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kirin. YPG’ê derbarê hevalên xweyê şehîd de daxuyaniyek da û wiha got, “Rêhevalên me bi fedekariyeke mezin beşdarî hemleya Xezeba Firat bûn. Di encama şerên dijwar yên ku 2 rojan (24 û 25 kanûnê) li rojavayê Reqqayê dewam kir sê rêhevalên me yên bi qehremaniyek mezin tevlî vî şerî bûn û heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirin gihîştin şehadetê. Di serî de em ji malbata şehîdan û tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û soza tolhildana şehîdan em careke din nû dikin û em ê tekoşîn bikin ku layîqê şer û berxwedana hevalên xwe derkevin”.

Nasnameyên şehîdan

Nav û Paşnav: Dijwar Colemerg

Navê Rast: Ebdulmutelip Duman

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Ismaîl

Cihê Ji Dayikbuyînê: Wan

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa. Caber Şerqî 24.12.2016

***

Nav û Paşnav: Welat Qers

Navê Rast: Vedat Yusifoglo

Navê Dayikê: Turkhan

Navê Bav: Maksut

Cihê Ji Dayikbuyînê: Stanbol

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa. Caber Şerqî 24.12.2016

***

Nav û Paşnav: Harûn Bagok

Navê Rast: Herûn Sungur

Navê Dayikê: Halîme

Navê Bav: Hacî

Cihê Ji Dayikbuyînê: Mardîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa. Caber Şerqî 25.12.2016