Komîteya Şehîdan a KODAR’ê li Şehîdgeha Mehmet Karasungur a li herêma Qendîl ya Herêmên Parastina Medya bi boneya 40 rojiya şahîdbûna 12 gerîlayên YRK’ê yên li bajarê Salas Bawacanî yê herêma Dalaho ya eyaleta Kirmanşanê di 4’ê Cotmeha 2016’an de bi komployekê şehîd bûn, merasîmek li dar xist. Di merasîmê de li gel wêne û bîranîna 12 gerîlayan, 32 gerîlayên pêştir li cih û demên cûdatir jî şehîd bûn hatin bîranîn.

Merasim  bi danîna findan li ser gorên şehîdan ji aliyê malbatên şehîdan ve û piştî  deqeyek rêz ji bo şehîdên tekoşîna rizgariya Kurdistanê destpê kir. Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) Şerwên Mezlum axivî û wiha got; “Em li vir 44 şehîdên şoreşa Kurdistanê di demên cûda de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîrtinin û bejna xwe li ber şehîdên Kurdistanê di tewînin. Ev êrîşên li ser gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê wê bi saya xwîna şehîdan, berxwedana gerîla  û pêşmergeyan vala werin derxistin.”

Şerwên Mezlum wiha jî got; “Ew sinorên ku ji aliyê dijminên gelê Kurd ve  hatîn danîn îro ji aliyê gerîla û gelê Kurd ve li her çar parçeyên Kurdistanê hatiye rakirin û ne maye. Keç û xortên gelê Kurd bê ku cûdahî bikin  li kijan parçeyên Kurdistanê  pêwîste be şer û tekoşinê dikin.”

Piştre Endamê Komîteya Şehîdên  KODAR’ê Aram Berxwedan Jî axifî û got; “Pêwîste gelê Başûrê Kurdistanê hişyar be, ger ku êrîşek li ser destkeftiyên Başûrê Kurdistanê çêbû, qebûl neke û dijî derkeve. Pêwîste gelê Başûrê Kurdistanê rê nede dagirkeran ku kamp û leşkerên xwe bi cih bikin, rê nedin bikevin xaka Başûrê Kurdistanê.

 Peyamek ji aliyê çalakvanên siyasî û medenî yên Rojhilatê Kurdistanê ve ji aliyê Simko Serdeşt ve hat pêşkêk kirin. Di dawiya merasimê de çend helbest ji aliyê Zarokên Binarê Qendil ve hat xwendin û merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

MIHEMED HESEN

ANF/RANYA