19’ê Hezîranê, dewleta Tirk a dagirker gundê Sîda yê ser bi Şêladizê bi dijwarî bombebaran kir. Di encama bombebaranê de komkujiyek pêk hat û 5 ciwan şehîd bûn. Di heman rojê de balafirên şer ên dewleta Tirk gundekî nêzî Metîna bombebaran kir. Li wir jî ciwanek şehîd bû. Di heman rojê de piştî ku cenazeyên şehîdan anîn Şêladizê, xelkê herêmê bi xwepêşandanê û dirûşmeyan li dijî dewleta Tirk rabûn ser piyan. Nerazîbûna xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk anîn ziman. Hêzên PDK’ê ku hejmara wan ji ya xwepêşanderan zêdetir bû, zêde hewildan da ku xwepêşanderan belav bikin. Lê, hewldanên wan tewş bûn. Xwepêşanderan xwepêşandana xwe domandin. Herî dawî xwepêşanderan bi du şertan dawî li xwepêşandana anî. Yek, kesên ku hatine girtin bêne berdan, ya duyê jî dawî li êriş û dagirkeriya Tirk were anîn. Lê tevî ku 20 roj derbas bûn hîn yek şertên wan pêknehatine. Pêşmergê Roj li Şêladizê ne Ew hêzên ku wê demê PDK’ê birin Şêladizê hîn li wir mane û li nava bajarok belavkirine. Balkêşe ku ji derveyî hêzên asayîşê, polîs û hêzên leşkerî, PDK’ê ‘pêşmergeyên Roj’ ku weke pêşmergeyên Rojevayê Kurdistanê pênase dikin birine Şêladizê. PDK’ê li Başûrê Kurdistanê ev hêz ava kiriye û ji bo bûdceyeke taybet veqetandiye. Ji aliyê PDK û artêşa Tirk ve hatine perwerdekirin. Niha Şêladizê mîna leşkergehekê ye. Parlamenterê Iraqê Serkewt Şemsedîn û Xalib Mihemed berî çar rojan di daxwaznameya pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê kirî de, li ser rewşa Şêladizê fikarên xwe eşkere kirin. Yek ji organîzetorê xwepêşandên 19 û 20’ê Hezîranê ji ku nexwest navê wî were eşkerekirin, diyar kir ku rewşe dişopînin û çavdêriya pêkanîna daxwazên xwe dikin. Diyar kir ku eger daxwazên wan werin paşguhkirin wê zêdetir dakevin qadan. NAVENDA NÛÇEYAN