Li Kerkûkê Hunermendê Kurd Seleh Dawide di 8. salvegera wefata xwe de li Navenda Hunerî ya Diyalokê ji aliyê dost û hevrêyên xwe ve hate bîranîn. Di bîranînê de starên hunermendên wefat kirine hatin gotin.

Di çalakiya bîranînê de Nûredîn Caf qala tevkariya malbata Dawide kir û got, “Salah Dawide neviyê Xidir Baran Çawiş bû ligel astengiyan gelek tevkarî li muzîka Kurdî kir. Bi Kurdî, Erebî û Tirkmenî stran beste kiriye û meqamên Kurdî di stranên xwe de bi cih dikir.”

Hunermend Nuredîn Caf ji ajans me re axivî û wiha got; “Weke navenda Elî Merdan îro ji bo 8’emîn salvegera wefata Selah Dawide bi hevkariya Navenda Hunerî ya Diyalok merasîmekî bîranînê lidarxist. Gelek hunermend û dostên wî beşdar bûn. Ji ber ku di dema bohrî xizmetekî zêde ji bo hunera kurdî kir. Ji bo hunermendên me neyên ji bîrkirin, me ev bîranîn lidarixst.”

Herwiha kûrê Selah Dawide, Ebas Selah Dawide ji ajansa me re wiha got; “Ez weke kurê Selah spasiya Navenda Elî Merdan dikim, ji bo ku ev merasîm lidarxistiye ji bo bavê min. Hêvî dikim ku her sal bîranîna Selah Dawide bêkirin. Daxwazê dikim ku ji berî ku hunermend bimirin rêz li wan bêgirtin. Ne ku mirin  ji nû ve bên bîranin.”

Jînegeriya Dawda

Salah Dawda di sala 1941’ê de li gundê Ebû Sabah yê Duzxurmatû yê Kerkûkê hatiye dinyayê û heta dawiya emrê xwe bi muzîkê eleqedar bûye. Dawda di sala 1957’an de di Radyoya Bexdayê di beşa Kurdî de jî xebitiye.

Dawda di meqamên wekî “Qatarî Weysî, Xewker, Ay Ay, Xurşîdî û Hîcran” de bi dehan berhem amade kiriye. Berhemên wî yên herî nas “Amoza Giyan”, “Ay xûda lowagirbarane” û “Rawastawa law bane”  ye.

Jiyana Salah Dawda ya ku zaroktiyê de bi lêdana tembûrê dest pê kiribû, di 2009’an de li Kerkûkê li ser dikê bi dawî bû.


RÊZAN SEBEH / ROJNEWS / KERKÛK