Di civînê de Endama Meclîsa Îştar Bermal Hekkarî ku bi Sema Yuce re mabû got: "Jina azad çawa di xwe de guhartin û veguhartin çêkiriye, di şexsiyeta heval Sema de pir eşkere bû."
Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin. Bîranîn ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtine dest pê kir. Piştî rêzgirtinê nameya Sema Yuce ya ku ji bo Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsîbû û behsa sedamên çalakiya xwe kiriye hate xwendin. Piştî nameya Sema Yuce hat xwendin di derbarê çalekî û şexsiyeta Sema Yuce de nirxandinên Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên ku piştî çalekiya Sema Yuce kiribûn hate xwendin.
Piştî van nirxandinan Endama Meclîsa Îştar Bermal Hekkarî ya ku di sala 1998'an de li girtigeha Bayrampaşayê bi Sema Yuce re mabû axaftinek kir. Bermal Hekkarî di axaftina xwe de têkoşîn û çalakiya Sema Yuce wiha vegot: " Ji bo min heval Sema naskirin şans û rûmetekî pir mezin bû. Bi taybetî jî di şexsiyeta heval Sema de taybetmendiyên ku ez bûm şahîd dixwazim bînim ziman. Min di şexsiyeta heval Sema de jinek kurd a têkoşer çawa dikare xwe biafirine, çawa dikare layiqî Serokê xwe, gelê xwe, di heman demê de jineke azad çawa dikare ji bo gelê xwe, xwe feda bike dît. We dikarîbû di sekna heval Sema de van tiştana eşkerê bibînin. Heval Sema di sala 1998'e de hatibû girtigeha tipa taybet ê Bayrampaşa û min li wir heval naskir. Di girtigeha de ji bo ku tu biçî li gel heval Sema heftê carek destûr dihat dayîn. Lê heval Sema bi şexsiyeta xwe de, bi sekinandina xwe bîr û baweriyek mezin dabû der û dora xwe; piştî ku me bi heval Sema re sohbet dikir wê şevê em nikarîbûn razên. Ji ber ku jina azad çawa di şexsiyeta xwe de guhartin û veguhartin çêkiriye pir bi eşkere radixist li ber çavan.''
'Li ser dijmin jî bandora wê hebû'
Bermal Hekkari diyar kir ku bandora Sema Yuce li ser girtigehê hebû û vê bandorê wiha bilev kir: "Minak zarokên biçûk hebûn, Heval Sema digot zarokên biçûk sihare dikarin bên cem min êvarê jî hûn dikarin werin bibin. Ev di girtigehên tipên taybet de qedexe bûn. Lê heval Sema mudirê girtigeha wiha bandor kiribû ku heval Sema tiştekî dema digot ew kes jî vê weke telîmat digirtin dest. Bi rastî em bixwe jî pir bandor dibûn. Heval Sema digot 'hûn hefteyê carekî zarokan bînin û biçin cem mudiriyetê û jê re bêjin ku ew mevanên heval Sema ne ku ji we re astengî dernaxînin û hûn dikarin wan zarokan bînin li gel min'. Di girtigehê de girtiyên adlî yên jin jî hebûn û ew jî gelek ji heval Sema bandor bibûn û dema girtigehê derketin hin ji wan tevlî xebatên rêxistinê bibûn. Mînak we demê Rojnama Ozgur Gundem hebû jinek ji ber sûcên edlî hatibû girtigehê û malbata wê jî ji bo dewletê sixurtî dikir. Lê ev jin ji heval Sema ev qas bandor bû ku piştî girtigehê derket çû tevlî Têkoşîna Azadiyê bû û bû berpirsiyara îmtiyaza Rojnameya Ozgur Gundemê."
DÎHA/MEXMUR