DENÎZ BABÎR / STUTTGART
Ji welatparêzên Kurd ê li bajarê Elmanyayê Stuttgartê dihatin mehkemekirin, Şemsettin B. bi şert hat berdan lê li wî ji ber xebatên legal ên çandî û siyasî 2 sal cezayê hepsê hat birrîn. Piştî dozê Şemsettîn B. got, ceza ji ber xebatên legal lê hatiye birrîn û ew ê li ber biryarê rabin.
Rûniştina doza li dijî welatparêz û siyasetvanên Kurd li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya li Stuttgartê pê çêbû. Heyeta Dadgehê elaqedarî Şemsettîn B. biryara xwe eşkere kir. Ji bilî wî û parêzera wî Elke Nill, gelek kes beşdarî rûniştinê bûn.
Dozgeriyê îdîa kir ku Şemsettin B. berpirsê PKK´ê Heilbronnê ye û alîkariyên ji komeleya Kurd re hatine kirin jî weke alîkariyên bi PKK´ê re bi nav kirin. Dozgeriyê îdîa spartin muxbirekî û doza cezayê hepsê yê 2 sal 9 mehan ji bo Şemsettin B. kir.
Her kesî dikin berpirsiyar
Parêzera Şemsettin B. Elke Nill jî got, di rapora polîs de li herêma Heilbronnê navê gelek kesan weke berpirsiyar heye û got, ev nakokiyek e.
Piştre Şemsettin B. peyivî, îşaret bi êrişên li dijî gelê Kurd kir û got, “Dadgehê îdîa kir ku ez kesekî çalak im, lê belê Kurdên li Heilbronnê ji bo parastina nirxên xwe yên çandî hestyar û çalak in. Ez ji heyeta dadgehê dixwazim ku biryareke adil û insanî bide. Ez hêvî dikim bi helwêsta dewletan li me nenihêrin.”
Heyeta Dagehê di dozê de biryara tehliyekirina Şemsettin B. da. Heyetê ji ber 129 b´yê bi îdîaya alîkarî daye rêxistinê, 2 sal cezayê hepsê li Şemsettîn B. birrî. Bi şertê ku heman sûcî careke din di nava 3 salan de neke, hat berdan. 26 hezar Euroyên kurê wî yên li mala wî jî di dema serdegirtinê de hatin desteserkirin.
Şemsettîn B. li ser biryarê got, ji ber xebatên wî yên legal ceza lê hatiye birrîn û ew ê li ber biryara dadgehê rabe.