Li gorî endamekî kongreya Amerîkayê dibe ku Îsraîlê di demken êzîk de operasyoneke leşkerî li dijî tesîsên nukleerî yên Îranê pêk bîne. Endamê Kongreyê vê nerîna xwe dispêre hevdîtina di navbera serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu û sefîrê Amerîka ê li Îsraîlê kut ê de goftûgoyên hişk çêbûn. Li gorî dîtina wî endamê Kongreyê berya mehekê di hevdîtina Netenyahu bi sefîrê Amerîka yê li Irsraîlê re Netenyahu nerazîbûna xwe ji helwesta Amerîka ya li dijî derbeyeke leşkerî li dijî nukleera Îranê aniye ziman. Netenyahu ji sefîrê Amerîkayê re gotiye ku ew ji helwesta Barack Obama ya li dijî operasyoneke leşkerî matmayî dimîne. Endamê Kongreyê Mark Rogers anî ziman ku ew bi xwe di vê hevdîtina di navbera Benyamîn Netenyahu û sefîrê Amerîkayê  Daniel Shaber de amade bû.
Li gorî Mark Rogers tiştê girîng ew e ku niha li gorî Îsraîlê hikûmeta Amerîkayê di gotinên xwe yên wekî hemû rê ji bo pêşîgirtina li bernameya nukleerî ya Îranê vekirîne, ne rastin. Di heman demê de û ya ji vê jî girîngtir niha Îranê jî di wê baweriyê de ye ku riya destwerdaneke leşkerî ya hember bernameya wê tune ye lewre jî ew di pêşxistina bernameya xwe de berdewame.
Rogers got ku heke Amerîkayê helwesta xwe zelal neke dibe ku Îsraîlê êrîşeke ezmanî li dijî tesîsên nukleerî yên Iranê pêk bîne.  Metirsiyên welatên Rojava, hin welatên ereb û Îsraîlê hene ku armanca Îranê ji pêşxistina bernameya nukleerî bidestxistina bombeya nukleerî be.

Xetên sor
Li gorî baweriya endamê kongreya Amerîkayê Mark Rogers divê ew xetên sor ên ku Amerîkayê behsa wan dike zelal bibin, heke wiha nebe dibe ku Îsraîlê bi serê xwe êrîşî tesîsên nukleerî yên Îranê bike.
Rogers di berdewamiya axaftina xwe de got ku armanca sereke ji hevdîtina Netenyahu û sefîrê Amerîkayê ew bû ku di warê sixurî de agahiyan parvebikin lê ew diyaloga di navbera wan de bi carekê hate guhertin û bi tundî li hember hev axifîn. Netenyahu ji sefîrê Amerîkayê re gotiye helwesta hikûmeta we ji çawaniya pêşîgirtina li hember bernameya nukleerî ya Îranê ne zelale.
Ji aliyekî din hikûmeta Îranê jî dabû xuyakirin ku çi hewldaneke ji bo operasyoneke leşkerî li dijî Îranê dê bi xwe re encamên giran bîne. Gelek caran Îranê bersiva gefên Îsraîlê dane û gotiye heke tiştekî wiha bibe ew dê Îsraîlê ji ser rûyê erdê hilînin. 

WASHÎNGTON