Meclîsa Nûneran a DYE’yê doh du pêşnûma qanûn erê kirin. Yek jê ji bo mueyîde û cezakirinên li dijî Serokkomarê Tirk Erdogan û şirketên bi artêşa Tirk re dixebitin bû; ya din jî Qrikirina Ermeniyan weke qirkirin qebûl dikir.

Pêşnûma qanûna ji bo cezakirina dewleta Tirk û Erdoganî, divê bi heman metnê li senatoyê jî bê erêkirin; piştre jî wê biçe ber Trump. Heger weke li Kongreyê bîpartîzan û bi xurtî bê qebûlkirin li senatoyê, hingê Trump wê nikaribe veto jî bike. hin senatoran nîşanên vê yekê ji niha ve dan.

Pêşnûma qanûna li dijî Tirkiyeyê li Meclîsa Nûneran ku baskê jêr ê Kongreya Emerîkayê ye bi 403 dengên erê beramberî 16 dengên na hat qebûlkirin.

Nûnerên peyivîn, destnîşan kirin ku ew ji ber êrişa dewleta Tirk a li dijî ‘hevalbendê wan Kurdan’ bi ‘fikar’ in. Wan got, divê rê nedin binpêkirina mafên mirovan yên bi destê dewleta Tirk.

Pêşnûma qanûn mueyîdeyên li dijî Tayyîp Erdogan, wezîrên wî, gelek rayedarên dewleta Tirk û saziyan pêş dibîne. Ceza nexasim li ser Tayyîp Erdogan, artêşa Tirk û şirketên pê re dixebitin, tên ferzkirin.

Erdogan, wezîr û kizîr jî dikevin ber

Rêveberên Tirk ên ketin ber cezayan ev in: Serokkomar Tayyîp Erdogan, Alîkarê wî Fûat Oktay, Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Fatîh Donmez, Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak û Wezîra Bazirganiya Rûhsar Pekcan.

Di pêşnûmeyê de her wiha alîkariya însanî, tenduristî û îstîxbaratê ya bi van kes û saziyan re jî ketin ber ceyazan, her wiha tê qedexekirin ku DYE yan jî artêşa wê çek, cebilxane bifiroşe Tirk.

Ji senatoyê dengên pêşî

Hema piştî qebûla pêşnûma qanûnê, senatorê ji komarxwazan Lindsey Graham got, “Em amade ne bi rengê Meclîsa Nûneran erê kirî metnê bibin (Senatoyê)! Derbeke xweşik a bîpartîzan (bi piştgiriya du partiyan) li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ha niha ji Meclîsa Nûneran bi destekeke muezem a Demokrat û Komarxwazan derbas bû: 403-16.   

Ez li bendê me ku Senato jî rahêje vê dozê û bihêle klu Tirkiye bê çik û guman zanibe Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê wê hema wisa rûnenên li aliyekî, wexta ew ji me re û ji hevgirên me re pirsgirêkan çêkin.

Erdoganî ev kaos çêkir û divê ew pirsgirêkê çareser bike. Kongre li dijî êrişa Tirkan meyldar e ku li cem Kurdan û hêzên QSD´ê be ku alîkariya me kirin em DAIŞ´ê tine bikin.”

Qirkirina Ermeniyan jî nas kir

Meclîsa Nûneran pêşnûmaya naskirina fermî ya Qirkirina Ermeniyan a 1915’an jî erê kir. Di pêşnûmayê de hat gotin, „ˀMeclîsa Nûneran Qirkirina Emeniyan nas dike û bîranîna wê weke polîtîkaya DYE’yê dibîne.”

 

 WASHINGTON