Piştî Meclîsa Nûneran, Senatoya Emerîkayê jî pêşniyarekqanûnek der barê Tirkiyê de erê kir. Li gorî vê, Senato dixwaze di warê fuzeyên S-400an de Tirkiye were cezakirin û firotina balafirên F-35an ji bo Tirkiyê were qedexekirin. Herweha di pêşniyarqanûnê de mijarên enerjiyê yên bi Rûsyayê û li Derya Reş, û helwêsta li hemberî Komara Qibrisê heye. Dixwaze ambargoya sîlehan li ser Komara Qibrisê were rakirin.

Li Senatoya Emerîkayê ya 100 kesî ku piranî komarger in, tevî dijberiya 8an bi 84 dengan pêşniyarqanûn hat qebûlkirin.

Pêşniyarqanûn wê niha ji bo îmzekirinê biçe ber destê Serokê Emerîkayê Donald Trump. Pêşniyarqanûn hefteya borî li Meclîsa Nûneran hatibû qebûlkirin.

Tê texmînkirin ku biryarên li Emerîkayê bêne girtin wê bandoreke nebaş li aboriya Tirkiyê bikin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN