Sendîkaya Swêdê biryar da ku piştgiriya bi gelê Kurd re zêde bike û azadî ji bo Ocalan û girtiyên siyasî xwest.
Şaxa bi hejmara 26 a Federasyona Handelsê ya li bajarê Gävleyê ya ku karkerên buro, dikan û mixazeyan tê de birêxistinkirî ne, di kongreya xwe ya salane de biryar da ku bi kedkar û karkerên li Tirkiye û Kurdistanê re bi gelê Kurd re piştgiriya xwe zêdetir bike. Sendîkayê xwest ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû girtiyên siyasî serbest bibin.
Kongreyê biryara zêdekirina piştgiriya bi kedkarên Tirkiye û gelê Kurd re bi daxuyaniya bi îmzeya Serokê Şaxê Rîckard Vîvalîûs ragihand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şerê li Tirkiyeyê û qebûlkirina destûra bingehîn a di referandûmê de hate erêkirin, wan dixe nava fikar û metirsiyan.
Di daxuyaniyê de bal birin ser vî tiştî ku, AKP muxalîf û rojnamevanan digire. Û di dûmahîkê de qirkirin û wêrankirina li Kurdistanê ya bi destê Erdogan hate diyarkirin.
Daxwazên sereke yên vê danezanê jî wiha ne:
"Em dixwazin Dewleta Tirk hemû girtiyên siyasî berde.
Em dixwazin ku Abdullah Ocalan serbest bibe û ji nû ve bi wî re hevdîtinên aştiyê werin destpêkirin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, heke ev daxwaz bi cih werin wê li Tirkiyeyê aştî û demokrasî were avakirin.
GAVLE