YPS’ê da zanîn ku di şerê li navçeyan de herî dawî 14 çekdarên dewletê hatine kuştin. Di şer de doh jî li Şemzînanê herî kêm 4 eskerên Tirk hatin kuştin, li Nisêbînê jî berbazek hat kuştin.
Agahiyên YPS´ê di biwara şerên çend rojên bihurî de dikarin wisa werin rave kirin:
NISÊBÎN: Roja 15’ê Gulanê jendermeyekî tîmên taybet ê li ser rêya Çaxçaxê li ser doçkayê hat kuştin. Yek ji maşînên zirxî ên ji aliyê Weysîka hewl dan bikevin taxê û kepçeyekê derb xwarin. Li taxa Dîcleyê kepçeyek hat rûxandin. Li taxê ajokarê kepçeyeke din a xanî xera dikirin hat kuştin. Heman rojê danê êvarê 2 jendermeyên tîmên taybet hatin kuştin, yek jî hat birîndarkirin.
Roja 16’ê Gulanê, li taxa Alîka çekdarên dewletê yên di hundirê xaniyekî de di encama çalakiyeke sabotajê de di bin xirbeyan de man, lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin. Komek ji çekdarên dewletê ya ku ji bo rakirina cenazeyan hat jî ket ber derbên YPS´ê û 4 ji wan hatin kuştin. Heman rojê li taxa Alîka jî çekdarekî dewletê hat kuştin.
YPS´ê da zanîn ku li dijî Nisêbînê careke din jî êrişên hewayî yên bi balefirên şer pêk hatine.
ŞIRNEX: Roja 15-17’ê Gulanê li taxa Îsmetpaşa bi roketan derb li tankekê hat xistin. Di heman demê de, du maşînên zirxî yên bi tîpa Kobra bi derbên roketan hatin rûxandin. Di mudaxeleya ji nêzîk a bi bombeyên destan a li dijî çekdarên dewleta Tirk de li heman cihî 5 polîsên tîmên taybet hatin kuştin. Encamên çalekiyeke bi rokêt û çekên ferdî ya li dijî xaniyekî çekdarên dewletê tê de, nehatin zelalkirin. Li taxa Aydinlikevlerê jî di çalakiya li dijî maşînên zirxî de maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra hat rûxandin û derb li tankekê hat xistin. Yekîneyên YPS´ê wekî din bi hewldaneke bi dizî a ketina nava Aydinlikevlerê hisiyan û derb li wan xist. YPS agahiyên di bi wara çalakiyê de wê paşê eşkere bike. Di şer de wekî din çekdarekî dewleta Tirk hat kuştin û 3 balafirên keşfê yên bi tîpa Drone hatin xistin.
Derbên giran ên HPG û YPS´ê
Li gorî nûçeyên îro belavbûyî jî li Nisêbînê di şer de herî kêm berbazekî artêşa Tirk hatiye kuştin.
Li gorî nûçeyên ji Şemzînana Colemêrgê jî tên di çalakiyeke gerîlayên HPG´ê ya li dijî maşînên zirxî yên dewleta Tirk de herî kêm 4 eskerên Tirk hatin kuştin. Çalakiya ku doh danê nîvrojê li dijî eskerên derketî operasyonê pêk hatî kir ku 4 jê bi giranî 9 esker jî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN
YPS bû xewnereşka dagirkeran
Hêzên dewleta dagirker a Tirk çawa windahiyên xwe li Nisêbînê vedişêrin, di axaftinên bêtêlê de xwe dan nîşan. Hat eşkerekirin ku tîmekî taybet ê di şer de hat kuştin, di navbera wî û fermandarê yekîneyê de ev axaftina bêtêlê çêbû: “Hûn hemû jî bimirin, hûnê wî leşkerî bigirin. Divê bi tu awayî dîmen ji hêla terorîstan ve neyê girtin.”
Kuştina eskerê xwe ji bêtêla YPS´ê dibihîzin
Halê ku artêşa Tirk li Nisêbînê ketiyê jî êdî dihêle mirov bi hêsanî behsa sendroma Nisêbînê bike. Peywîrdarekî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bibêje, axaftina di navbera tîmê taybet û fermandarê yekîneyê de vegot. Li gorî axaftinên kesê peywîrdar, kepçeya zirxî ya ku berî hefteyekê dema xwest bikeve taxê, ji hêla şervanên YPS’ê ve hat derbkirin. Di kepçeyê de tîmekî taybet ê cendirme hat kuştin. Di vê navberê de axaftinên bêtêlê yên şervanên YPS’ê ji hêla bêtêla fermandarê li ser yekîneya hêzên dewletê ve tê bihîstin.
Fermana ‘bila dîmena nekişînin’
Di bêtêla şervanên YPS’ê de, “Heval kepçe hat rûxandin. Dijmin nikare bikeve taxê. Bila hevalên li nêz zûtir dîmenê leşker bikişînin.” Piştî vê axaftinê fermandarê yekîneya Tirk fermana, “Zû xwe bigihînin herêmê. Leşkerê birîndar ji wir bigirin.” Li hemberî talîmata fermandar, leşker û polîsên taybet bersiva, “Şer heye, em dê çawa bikevin wir? Em ê hemû bên kuştin” didin. Fermandarê nerazî dibe ji vê bersivê û fermana xwe bi van gotinan dubara dike: “Hûn hemû bên kuştin jî hûnê wî leşkerî ji wir bigirin. Divê bi ti awayî terorîst dîmenan negirin.”
Gelo cenaze hat girtin?
Li ser vê fermanê tîmên tevgera taybet ên cendirme diçin herêmê, lê polîsên tevgera taybet naçin. Nayê zanîn ka wan cenazeyê cendermeyê kuştî girt yan na.
Lê hat diyar kirin ku tîmên taybet ên çûn herêmê, di bavbera wan û şervanên YPS’ê de şer qewimî. Ji vê fermana fermandarê hêzên leşkerî jî diyar dibe ka ji bo ku rastî û agahiyên şerê herêmê negihêje raya gişti, çawa leşker û polîsan dişînin mirinê.
NAVENDA NÛÇEYAN