Senetoya DYE’yê pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan erê kir.
Senetor Rob Menendez li ser hesabê xwe yê tevna civakî daxuyaniyek da, ragihand ku li Senetoya DYE’yê pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan hatiye erêkirin.
Pêşnûmeya ku meha borî li Meclîsa Nûneran hat erêkirin, wê biçe ber destê Serokê DYE’yê Donald Trump ji bo ku îmze bike.
Qesra Spî pêşnûmaya ku di navbera Tirkiye û DYE’yê de dibe sedema aloziyan, berî niha sê caran bi rêya senatorên komarxwaz asteng kiribû. Li gorî hin senatoran, Trump û rêveberiya wî dixwazin bi vî rengî zexta li wan dibe di mijareke din a elaqedarî Tirkiyeyê de kêm bikin; ev mijar jî qebûlkirina cezakirina Tirkiyeyê ji ber kirrîna sîstema balefirşikênan a S-400 a Rûsî ye û pê re jî ji ber dagirkeriya dewleta Tirk li Rojava jî pêşnûma qanûna bipartîzan a li Meclîsa Nûneran qebûlkirî jî heye ku divê li senatoyê bikeve ber dengdanê.
Li aliyê din analîzkerên siyaseta Emerîkî dibêjin, ev taktîka rêveberiya Trump dibe ku neçe serî. Ew dibêjin, heta ev yek dikare tesîreke berevajî bike û bike ku li senatoyê israra dengdana li ser pêşnûmayên cezakirina Tirkiyeyê zêde bibe.
WASHINGTON