PDK baweriyê bi Pêşmergeyên Êzîdî naîne, mîlîsên ne-êzîdî û ne ji herêmê li ser rêya di navbera Duhok û Şengalê de ji bo kontrolan bi cih dike. Bi vî rengî PDK´ê ev qederê 5 mehan e ku ambargo daniye ser Şengalê.

Li aliyê din penaberên Êzîdî ên ku dixwazin vegerin jî, bêyî ku sedemek were nîşandan tên astengkirin. Di nava wan tiştan de ku ketina wan a Şengalê tê astengkirin, kel û melên vahîsaziyê yîn weke beton û demir jî hene, ku jinûve-avakirina gundan û navçeyan bi tenê bi wan mumkin e. Penaberên din ên dixwazin vegerin gundên xwe jî rastî zor û zextên PDK´ê tên, weke mînak beriya çendekê mîlîsên PDK´ê ciwanekî Êzîdî qetil kir. Pêşmergeyên PDK´ê 14´ê Gulanê Seîd Xudêda Qasim qetil kirin û ti agahî derbarê kitekitên bûyerê de jî nedan malbata wî ya vegeriya Şengalê.


PDK otorîteriyê ferz dike

Fermandarê Hêzên Parastina Êzîdxanê Heydar Shesho, Qasim Şeşo bi wê yekê gunehbar dike ku wî rê vekir li ber PDK´ya ku reva pêşmergeyên wê sedema pêkhatina qirkirina li dijî Êzîdiyên Şengalê ye, ku desthilata xwe ya otorîter ji nû ve li ser Şengalê ferz bike.

Li aliyê din di çarçoveya ambargoyê de alîkariya insanî jî tê astengkirin. Weke mînak amûrên tibî ku hikûmeta navendî ya Iraqê şandibûn, hatin astengkirin. Çend dikandarên li Şengalê tên astengkirin ku nexasim jî xurekan ji derve bînin navçeyê. Heta bi parçeyên yedek û ên tamîrê ji bo jeneratoran jî tên astengkirin. 

Bi ser de jî endamên rêxistinên alîkariya insanî yên ku ji destpêkê ve li Şengalê gihandina alîkariyê organîze dikirin, êdî tên astengkirin. Çavdêrên siyasî dibêjin armanca vê zextê û ambargoyê ew e ku hêzên berxwedanê yên HPG û YBŞ/YJŞ´ê ye. Malpera bi navê EzidiPress a ku nûçeyên ji Şengalê ji nêz ve dişopîne, wekî din dibêje, Desteya Dînî ya Êzîdiyan bi xwe cesaret nake rexneyê li vê zordariyê bike, û bi tenê bi dizî li pişta deriyên li raya giştî girtî gazinên xwe bi lêv dike. 


 ŞENGAL